Hewlêr (Rûdaw)- Îran amadeyîya xwe bo veguhestina gaza xwezayî bo welatên Ewropayê tîne ziman û dibêje ku ew dixwaze roleke girîng di vî warî de bilîze.
Wezîrê Pêşesaziyê yê Îranê, Mihemed Riza Nieme ragihand ku welatê wî amadeye ku gaza xwezayî bişîne ewropayê.
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Handelsblatt ya Elmanî, Mihemed Riza Zade amadeyiya Îranê bo peydakirina pêdiviyên welatên Ewropayê ji gaza xwezayî anî ziman.
Zade diyar kir ku ew naxwazin hevrikiyê bi Rûsyayê re bikin di aşndina gazê de bo Ewropa û got: “Em naxwazin hevrikiyê bi Rûsyayê re bikin, lê em dizanin ku pêdiviya welatên Ewropayê bi gaza xwezayî roj bi roj zêde dibe û em dikarin di vê warî de alîkariyê pêşkêş bikin.”
Herwiha Wezîrê Pêşesaziyê yê Îranê ragihand ku: “Petrola yedek li cem me heye bo van projeyan, em dixwazin di pêşerojê de roleke girîng di bazarên cîhanî yên gazê de bilîzin.”
Ji aliyek din ve navhatî amaje kir ku “Dê Îran bibe hevbeşekî dem dirêj û cihê baweriyê bo Îranê.”
Hêjayê gotin ye ku pişka herî mezin ji gaza ku pêdiviyên Ewropayê têr dike, ji Rûsyayê tê, lê piştî krîza Ukraynayê û destdanîna hêzên Rûsya li ser Kirîmayê, nakokî di navbera Rûsya û Yekîtiya Ewropa û Amerîka de derket.
Herwiha bi vê sedemên YE û Amerîka guvaşên aborî yên hişik li ser Rûsyayê pesend kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse