Petrol du roj in li pey hev erzan dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê du roj in li pey hev dadikeve.

Sedema daketinê, îhtîmala lidarxistina gerke din a dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê û vekirina Tengava Hurmizê ye.

Ev bipêşketin dikarin bibin sedem ku petrola Kendavê careke din vegere bazaran.

Bihayê petrolê li bazarên Asyayê

Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bermîleke petrola Brent a Deryaya Bakur 52 sent erzan bû û bi 94 dolar û 27 sentî dan û standin pê hat kirin.

Doh jî bihayê petrola brent bi qasî ji sedî 4,6 daketibû.

Petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî dolarek û 4 sent erzan bû û bi 90 dolar û 24 sentî hat firotin.

Doh bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî bi rêjeya ji sedî 7,9 daketibû.

Têkçûna dan û standinan û Tengava Hurmizê

Serokê Amerîkayê Donald Trump sêşemê ragihand, îhtîmal heye ku dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê piştî du rojan dîsa dest pê bikin.

Gera yekem a dan û standinên navbera Amerîka û Îranê îniya borî li Pakistanê hatibû kirin lê têk çûbû.

Piştî vê têkçûnê Amerîkayê dest bi dorpêçkirina Tengava Hurmizê kir.

Dorpêçkirina vê tengavê dikare bi tevahî rê li ber hinartina petrola Îranê bigire.

Li aliyê din, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê ragihand ku dê hinartina petrola Îranê di demeke nêzîk de bi dawî bibe.