Çîn û Amerîkayê ji bo rêgiriya nakokiyan li ser komîteyeke hevbeş li hev kir
Hewlêr (Rûdaw) - Çîn û Amerîkayê li ser avakirina komîteyeke bazirganî ya hevbeş li hev kir.
Armanca vê gavê rêlibergirtina wan nakokiyên bazirganî ye ku di salên borî de zerereke mezin a aborî daye her du welatan.
Li gorî amaran, şerê bazirganî bandoreke tund li qebareya dan û standinan a di navbera Pekîn û Waşintonê de kiriye.
Sala 2025an, hinardekirina Çînê ya Amerîkayê bi qasî 130 milyar dolarî kêm bû.
Li aliyê din, hinardekirina Amerîkayê ya Çînê jî bi rêjeya ji sedî 25 kêm bû û daket 106 milyar dolarî.
Bilindbûna bacên gumrikê
Heta sala 2018an, baca gumrikê ya li ser kel û pelên Çînî li Amerîkayê tenê ji sedî 3,1 bû lê ev rêje sala 2024an gihîşt ji sedî 10,9an û sala 2025an rekoreke nû tomar kir û gihîşt ji sedî 31,6an.
Heta li ser hinek kel û pelên wekî alumînyum û hesin, baca gumrikê gihîştiye nêzîkî ji sedî 70yî.
Vê bilindbûnê zerereke mezin daye şirketên Çînî; wekî şirketa Shodayê ku ji bo markayên Amerîkayê pêlavan hildiberîne, ji ber van biryaran firotina wê bi rêjeya ji sedî 40 kêm bûye.
Serdana Trump û asoyên çareseriyê
Birêvebirê Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê ya li Başûrê Çînê Harley Seydin destnîşan kir ku serdana Donald Trump a Çînê dê bibe sedema berfirehbûna hevkariyan û got:
"Bi baweriya min ev serdan dê bibe sedema kêmkirina bacên gumrikê ku ev mijareke gelekî girîng û bingehîn e."
Serdana Trump a Çînê di demekê de ye ku şerê bi Îranê re û bihabûna nirxê enerjiyê, zexteke zêde xistiye ser aboriya her du welatan.
Serokê Çînê Xi Jinping jî teqez kir ku "hevbeşiya di navbera her du welatan de ji cudahiyên wan zêdetir e" û anî ziman:
"Dema em hevkariyê bikin her du alî jî qezenc dikin, dema em rûbirûyî hev bibin jî her du alî zererê dibînin.
Pêwîst e Çîn û Amerîka li şûna hevrikiyê bibin hevbeşên hev û rêyeke guncav bibînin ku wekî du zilhêz bi hev re bixebitin."
Sektora çandiniyê zerermenda herî mezin e
Tenê Çîn hewcedarî bazara Amerîkayê nîne, cotkarên Amerîkayê jî çav li vegera li bazarên Çînê ne.
Şerê bazirganî salane bi qasî 90 milyar dolarî zerer daye cotkarên Amerîkayê.
Birêvebirê Encumena Hinardekirina Soyayê ya Amerîkayê Jim Sutter li ser pêwendiya her du welatan got:
"Ev pêwendî hev temam dikin; Çîn hewcedarî hawirdekirinê ye û Amerîka jî hewcedarî firotina berhemên xwe yên zêde ye, lewma ev pêwendiyeke gelekî pêwîst û baş e."