Îsal li parêzgeha Sine gûz gellekî kêm bûye
Sine (Rûdaw) – Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, îsal li gorî par 65% berhema gûzê parêzgehê kêm bûye.
Rêveberê giştî yê karûbarên dar û rezên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Erdeşîr Pûrhebîbî ragihand, tê pêşbînîkirin ku îsal 9 hezar ton gûz li Sine berhem were.
Erdeşîr Pûrhebîbî da zanîn, ewqas gûz dê ji 7 hezar û 500 donim rezên parêzgehê bidest were.
Li gorî rêveberê giştî yê karûbarên dar û rezên Sine, ev rêje li gorî par bi qasî 65% kêm bûye.
Li parêzgeha Sine, berhevkirina gûzan di destpêka werza payîzê de dest pêdike û derdora mehekê didome.
Erdeşîr Pûrhebîbî eşkere kir ku parêzgeha Sine di warê gûzan de di rêza 11emîn li ser astê Îranê de ye û got, gûzên herî zêde li bajarên Sine, Merîwan û Serwavayê yên parêzgehê berhem tê.
Li ser sedema kêmbûna gûzê Sine jî wî rayedarê parêzgehê got, mixabin ji ber ku li parêzgeha Sine heta derengiya werza biharê jî serma naşkê lewma darên gûzan dereng dipişkivin û ev jî bûye sedema jinavçûna 80% ji darên gûzan ên parêzgehê.
Erdeşîr Pûrhebîbî anî ziman ku li parêzgeha Sine 15 hezar kes bi karê berhemanîna gûzan re mijûl in.