Li Bexdayê dîplomasiya mûçeyên Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji bo mijara mûçeyan li Bexdayê ye, ew û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên bi hinek rayedarên pilebilind ên Îraqê re civiyan.
Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand ku Bafil Talebanî şeva borî derdora saet 20:50î gihîştiye Bexdayê.
Bafel Talebanî li Bexdayê li gel Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husênê ku di heman demê de Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye hinek civînan pêk tînin û armanc jî gotûbêjkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.
Bafel Talebanî heman şevê li gel Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan civiya û piştre jî li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hevdîtinek kir.
Pişt re Fuad Husên gihîşt cihê civînê û civîna sêalî ya di navbera Mihemed Şiya Sûdanî, Bafil Talebanî û Fuad Husên de dest pê kir.
Helkewt Ezîz her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku civîn dê sibe jî berdewam bikin û "tê çaverêkirin ku Bafil Talebanî û Fuad Husên bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re bicivin."
Îraq: Pêşî petrol
Wekî ku Helkewt Ezîz dibêje, Mihemed Şiya Sûdanî û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê tekeziyê li ser wê yekê dikin ku divê pêşî mijara petrolê were çareserkirin û pişt re dest bi dayîna mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê were kirin.
Li gorî gotina Helkewt Ezîz, hewl di wî alî de ne ku cudahiya di navbera reşnivîsa hikûmeta Îraqê û reşnivîsa hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê petrolê de nemîne.
Helkewt Ezîz got, "Armanc ew e ku mêjera petrola ku radestî kompanyaya SOMOyê tê kirin û ew mêjera ku ji bo bikaranîna navxweyî ya Herêma Kurdistanê tê terxankirin, were çareserkirin û wê demê 'raspardeyeke nû û reşnivîseke nû tê amadekirin û li Encûmena Wezîran deng li ser tê dayîn.'
Eger ev yek çêbibe, hefteya bê dê dest bi rêkarên şandina mûçeyên mûçexwirê Herêma Kurdistanê were kirin."
“Behsa dosye û mijarên niştimanî hatiye kirin”
Ofîsa Serokwezîrê Îraqê derbarê civîna Mihemed Şiya Sûdanî û Bafil Talebanî wiha got:
"Behsa çendîn dosye û mijarên niştimanî hatiye kirin, bi taybetî pirsa radestkirina dahata petrol û ne-petrolê ya Herêma Kurdistanê û her wiha mûçeyên karmendan."
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye, di civînê de tekezî li ser girîngiya hevahengî û xebata ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye kirin.
Mijareke din a civînê, gotûbêjkirina amadehiyên ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê bû û her du aliyan daye zanîn, "Pêwîst e encama hilbijartinê rasteqîn be û daxwaza gelê Îraqê nîşan bide.”
Divê were gotin ku îro Encûmena Wezîran a Îraqê (Kabîne) civiya û tê de behsa mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê nehat kirin.
Çavkaniyeke ji nava civînê vê êvarê ji Rûdawê re got, piştî bidawîbûna civînê, Fuad Husên maye û bi awayekî dualî li gel Mihemed Şiya Sûdanî civiyaye û wan pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirine.
8ê vê mehê ji bo ku her du reşnivîsên Hewlêr û Bexdayê yên derbarê daxwazên wan ên li ser petrol û mûçeyan bikin yek komîteyek hatibû avakirin.
“Heta vêga lihevkirin nîne”
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Ebdulsahib Bizûn jî îro ji Rûdawê re got:
"Heta îro ti rêkeftin li ser dosyeya petrola Herêma Kurdistanê nehatiye kirin û diyar jî nîne ka em dê kengî bigihîjin rêkeftina dawî."
Hêjayî gotinê ye ku mûçexwirên Herêma Kurdistanê mûçeyên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê wernegirtine.
#VÎDEO - Bafil Talebanî û Mihemed Şiya Sûdanî derbarê mûçeyan civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 15, 2025
📌 Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê li hev civiyan pic.twitter.com/L4283WzsgM