Hewlêr (Rûdaw) - Lukoil, ku şirketa herî mezin ya taybet ya hilberîna neftê ya Rûsyayê ye, dixwaze li Kerkûkê petrolê derîne. Bi vê armancê hikûmeta Rûsyayê serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî li ser daxwaza Lukoilê agahdar kir.
Li gor ajansa Rianovostî ku xwe dispêrê IraqiNews, hikûmeta Rûsyayê bêyî ku agahdariyên berfireh dibe, daxwaza Lukoil bi awayekî fermî ji Malikî re gihand.
Nurî Malikî di serdana xwe ya Moskow ya di Hezîrana 2011ê de bi serokê Lukoil, Wagit Alekperow, re rûniştibû. Di hevdîtinê de serokwezîrê Îraqê derbarê razemeniyên ku li welatê wî dikarin werin pêkanîn de agahdariyên berfireh dabûn Alekperow.
Ji hêla din ve, di Çileya îsal de hikûmeta Malikî diyar kiribû ku ew dixwazin derbarê zeviyên neftê yên li Kerkûkê de bi şirketa mazin ya brîtanî BP re peymanê imze bikin. Zeviyên petrolê yên mijara gotinê dikevin herêmên Kerkûkê yên cihê nakokiyan. Yekemîn car di sala 1927ê de li wir neft hatibû dîtin û derbarê Kurdistanîbûna wê deverê de Bexda li dijî daxwaza Hewlêrê derdikeve. Niha li wir rojane 260 hezar varêl neft tên deranîn. Di destpêka salên 2000an de ev hejmar 900 hezar varêl bû. Li gor agahdariyên nefermî, BP soz daye Bexdayê ku di nava 5 salan de hilberîna neftê ya li wê herêmê rojane bigihîne 700 hezar varêlan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse