Bermîleke petrola brent bi 67 dolaran tê firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên bi dronan ên Ukraynayê yên li ser tesîsên petrolê yên Rûsyayê bihayê petrola brent li ser 67 dolaran rawestandiye.

Vê sibehê piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrolê 13 sentan biha bû û bermîleke wê bi 67 dolar û 2 sentan tê firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 18 sentan biha bû û bi 62 dolar û 77 sentan tê firotin.

Êrişên Ukraynayê yên li ser tesîsên petrolê yên Rûsyayê, hinardekirina petrolê ji yek ji benderên Rûsyayê rawestandibû û hefteya borî bihayê petrolê nêzîkî ji sedî 1 bilind bûbû.

Şirovekara Banka JP Morganê Natasha Kanevayê li ser mijarê ragihand:

"Berdewamiya êrişên Ukraynayê yên li ser tesîsên petrolê yên Rûsyayê, dikare bihayê petrolê hîn zêdetir ber bi bilindbûnê ve bibe."

Her wiha, Serokê Amerîkayê Donald Trump gefên xwe yên sepandina sizayên aborî li ser sektora petrolê ya Rûsyayê ducare kirin.

Trump ji welatên Ewropayê xwest ku dev ji kirîna petrola Rûsyayê berdin.