Kurdistanê 12 milyon dolar da şîrketa Gulf Keystone

Hewlêr (Rûdaw) – Şîrketa petrolê ya Gulf Keystone ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 milyon dolar wek destheqê karê wê daye wê şîrketê.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji meha Îlonê borî ve 75 milyon dolar wek destheq daye şîrketên petrolê yên biyanî ku li Heêrma Kurdistanê karê hilbirînê encam dane, ku şîrketa Gulf Keystone yek ji wane.

 

Şîrketa Gulf Keystone ligel ragihandina wê yekê ku Herêma Kuridstanê  12 milyon dolar daye wan, tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku hêj Herêma Kurdistanê bi qasî 76.2 milyon dolar deyndarê wê şîrketê ye.

 

Şîrketa Gulf Keystone li bloka petrolê ya Şêxanê karê deranîna petrolê dike. Sala 2009an petrol di bîrên wê bloka petrolê de hatibû dîtin û dest bi deranîna wê hat kirin.

 

Li gor agahiyan ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, yedeka petrola bloka petrolê ya Şêxanê 12.5 heya 13 milyar bermîl e û niha rojane bi qasî 100 hezar bermîlên petrolê ji bîrên petrolê yên Şêxanê tê berhamanîn.

 

Pisporên petrolê yên şîrketa Gulf Keystone pêştir pêşbînî kiribûn ku yedeka petrolê di wê bloka petrolê de 299 milyon bermîl zêde bibe, lê belê di dawî encamên pişkinînên xwe de wê şîrketê ragihandiye ku yedeka petrolê di wê bloke de bi qasî 639 milyon bermîlên din zêde bûye.