Li Başûrê Kurdistanê werza hilgirtina birincê dest pê kir
Amêdiyê (Rûdaw) - Werzê dirûtina birincê Kurdî destpê kiriye. Li ser rûbera 5 hezar donemên erdê çandiniyê yê herdu navçeyên Akrê û Amêdiyê ser bi parêzgeha Duhokê ve birinca Kurdî hatiye çandin. Cotkar dilxweş in bi berhemên xwe lê lê hêj jî li nav zeviyên xwe bi şêwazên kevn û bi şalukan didirûnin. berpirsên warê çandiniyê jî dibêjin ku niha cotkaran berê xwe daye çandina birincê.
Cotkar Ebdulzeynel Enwer dide zanîn, ku ew birinca biyanî naxwin û dibêje, virinca Kurdewarî çêtir e, em bi rûnê xwemalê bixwin gelek xweş e, bi sûd e.
Gêrekirina bi şêwaza kevn, bi ga û dewaran nemaye lê ew amûrên traktoran ne yên hikûmetê ne, li ser xercên cotkaran bi xwe ne û her xulek bi hezar dînaran e.
Cotkar Şewket Seîd destnîşa dike, ku ew gêrên her care nemane, ewên bi ga û ker û dewaran dihatin kirin û ew rojekê bi tevahî li wir diman lê ew tişt niha di nav demjimêrekê de çêdibin.
Eger çi ew birincên li Akrê û Amêdiyê hatine çandin îsal bi rêjeya %100 dê dûr be ji nexweşiyan lê hêj birinca Kurdî di destpêka vejandina xwe de ye. Ji ber ku bi salan e bi tenê 10 hezar ton li Başûrê Kurdistanê tê berhemkirin û salan e zêdetir ji 300 hezar ton birinc tê xwarin.
Rêveberiyê Çandiniya nahiyeya Dêrelokê Ismet Goran tine ziman, ku beriya niha li nav van zeviyan her çi tişt nedihat çandin, niha %100 tên çandin û rêjeyên wan berheman jî baş in.
Aşvan di vê dema salê de amadekariyên zêdetir dikin, ji ber ku bi rêjeyên berçav hemwelatî birinca Kurdî dibin gel wan, daku spî bikin û kîlok birinca Kurdî di navbera 2-3 hezar dînaran de tê firotin.
Dayika Edê vê nîvrojê bi mêvan û pale ne, wê birinca Kurdî çêkiriye û di mala wê de birinca Kurdî tê firotin û dibêje, ew xelkê sere xwe datîne mala me birinca Kurdî dikire, birinca Kurdî xweştir e, bo tenduristî û jiyana xwe mirovan, gelekî xweş e.
Mlabat hene zarokên xwe bi xwarina birinca Kurdî şad dikin, daku dûr bin ji nexweşiyan.