Aloziyên cîhanî zêr firand: Onsa zêr nêzîkî 4200 dolarî bû
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zêr îro rekoreke dîrokî şikand û 4190 dolar derbas kir û nêzîkî 4200 dolarî bû.
Bihayê zêr ev cara yekem e ku di dîrokê de digihêje vê astê.
Sedemên sereke: Aloziyên bazirganî û faîz
Aloziyên bazirganî yên di navbera Çîn û Amerîkayê de û îhtimala kêmkirina zêdetir a faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve, wekî sedemên sereke yên bihabûna zêr tên dîtin.
Berdewamiya girtina hikûmeta Amerîkayê jî piştgiriyeke zêdetir da bihayê zêr.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Birêvebiriya me dê roja înê lîsteyek ji bernameyên Demokratan destnîşan bike û ji ber girtina hikûmetê wan bide sekinandin.”
Girtina hikûmetê û daxuyaniyên Powell
Analîstê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya StoneXê Mat Simpson li ser vê mijarê got:
“Girtina hikûmeta Amerîkayê û daxuyaniyên roja sêşemê yên Jerome Powell, bûn sedema bihabûnên dawî yên zêr.”
Powell ragihandibû, "Bazara kar a Amerîkayê ber bi sistbûnê ve çûye lê rewşa aboriyê hîn jî pêbawer e.”
Niha bazirgan bi tevahî piştrast in ku Banka Navendî ya Amerîkayê dê vê mehî û meha kanûna pêşîn faîzê kêm bike.