Di budceya navendî ya Tirkiyê de 83 milyar kêmasî derket
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Wezareta Xezînê ya Tirkiyê, di meha Cotmehê de dahata budceya rêveberiya navendî ya Tirkiyê 224 milyar û 162 milyon lîre bû û xerciyên wê jî 307 milyar û 416 milyon lîre bû.
Wezareta Xezînê ya Tirkiyê, amarên cîbicîkirina budceya meha Cotmeha 2022ê eşkere kirin. Li gor amaran xerciyên meha Cotmehê yên Tirkiyê 307 milyar û 416 milyon lîre bûne û dahata wê jî 224 milyar û 162 milyon lîre bûne û bi vî awayî di butceya mehekê ya Tirkiyê de 83 milyar û 254 milyon lîre kêmasî derket, ku dike nêzîkî 4.5 milyar dolar.
Herwiha li gor heman meha sala par dahata Tirkiyê %96.6 zêde bûye û xerciyên wê jî %133.9 zêde bûne. Sala par di meha Cotmehê de xerciyên budceya navendî 131 milyar û 422 milyon lîre bûn.
Xerciyên rêveberiya navendî ya Tirkiyê, di deh mehên destpêkê yên sala 2022ê de bi giştî gihiştine 2 trilyon û 328 milyar û 176 milyon lîre û dahata wê jî gihişte 2 trilyon û 199 milyar û 422 milyon lîreyan.
Ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî û bilindbûna enflasyonê aboriya Tirkiyê roj bi roj xirabtir dibe.