Umer Ehmed
Hewlêr (Rûdaw) - Roja sêşemê aliyan girêbesta weberanîna qonaxa duyem ya projeya pêşxistina zeviya gaza Şahdenîz ya Azerbeycanê û şandina wê ji bo Ewropayê imze kirin. Serokê Azerbaycanê, serokwezîrên welatên mîna Arnavût, Bulgarîstan, Gurcistan, serokê Montînegro û wezîrên karên derve yên Brîtanya û Îtalyaye jî beşdarî rêûresma girebestê bûn.
Ev hevpeymanî pêngava yekem ya cîbicîkirina projeya nû ya pêşxistina hêla başûrê Kafkasyayê ku ji Azerbacanê destpêdike û di Hirvatîstanê re derbas dibe û herwiha ji wê derê diçe nav axa Tirkiyeyê. Proje wekî hêla gaza siruştî ya Trans Anatolî (TANAP) tê binavkirin û digihe sînorê rojavayê Tirkiyeyê. Gaza siruştî ya hêla TANAP li sînorê Yewnanîstanê wekî hêleke din ku bi projeya TAP (Trans Adriatic Pipeline) naskirî ye, ji bo Îtalyayê tê guhestin. Tevaya herdu projeyan ligel hêla guhastina gaza siruştî ji bo Bulgarîstanê bi projeya rêya nû ya gaza başûr (Southern Gas Corridor) naskirî ye. Herwiha Projeya şandina gaza Azerbeycanê ji zeviyên mezin yên gaza siruştî ji bo welatên Ewropayê wekî cîgira hêla gaza Rûsyayê tê dîtin û girîngiyeke mezin pê tê dayin.
Ev demek bû ku bikirên ewropî yên gaza siruştî hewl didan alternatîfekî ji bo gaza Rûsyayê ku şirketa Gazpromê serperiştiya wê dike, bibînin. Aliyan gazind ji wê yekê dikirin ku Gazprom gazê bi buhayekî bilind difiroşe bikiran. Herwiha ev şirket ji bo zextên siyasî jî bi buhayê firotinê dileyîze.
Cîbicîkirina vê projeyê, nexşeya enerjiyê li navçeyê diguhere û alîkariya Azerbeycanê dike ku ber bi pêşketineke berdewam pêngavan bavêje. Qonaxa duyem a Şahdenîzê û projeya rêya gaza başûr ne tenê nexşeya enerjiya navçeyê diguherîne lê belê dibe hokara bidestxistina yekser ya welatên Ewropayê ya gaza Azerbeycanê jî. Girêbesta ku hefteya borî li Bakûyê hat îmzekirin, bi awayê weberanîna qonaxa duyem a zeviya Şahdenîz û herwiha herdu projeyên TANAP û TAP ve girêdayî ne.
Yedega gaza Şahdenîz bi 1.2 trîlyon metre sêga tê texmînkirin û tê çaverêkirin ku her sal bi vê rêyê 16 milyar metre sêga gaz ji bo Ewropayê ku 6 milyar ji bo Tirkiyeyê ne û 10 milyarên din jî ji bo welatên Yewnanîstan, Bulgarîstan û Îtalyayê ne werin şandin.
Biryar e ku yekem bereya gazê sala 2019ê bi rêya vê projeyê bigihe Tirkiyeyê. Hêjayî gotinê ye ku şirketa Oskar girêbesta hevbeşkirina berhema zeviya Şahdenîzê heta sala 2048ê dirêj dike.
Nihêniya hewlên Tirkiyeyê ji bo kirîna gaza siruştî ya Herêma Kurdistanê, herwiha dirêjpêdana danûstandinan ligel Îranê ji bo cîbicîkirina projeya hêla guhastina gaza siruştî ya vî welatî, ku duyem jêdera mezin a gaza cîhanî ye ji bo Ewropayê, vedigere wê yekê ku dixwaze van herdu projeyan bi projeya TANAP ve girêbide.
Azerbeycan ku yek ji welatên girîng yê dabînkirina enerjiya cîhanê ye, jêderên wê yên gaza siruştî ne bi qasî yên Kurdistanê ne. Eger nêzîktirîn texmînkirin ji bo yedega gaza siruştî ya Azerbeycanê li ber çav were girtin, ku 3 trîlyon metre sêga ye, tê dîtin dîtin ku ji yedega gaza Herêma Kurdistanê gellekî kêmtir e. Yedega gaza siruştî ya Herêma Kurdistanê ji 3 heta 6 trîlyon metre sêga tê texmînkirin. Jêderên gaza Herêma Kurdistanê dikarin nêzîkî 100 salan pêwîstiya gaza siruştî ya Tirkiyeyê û nêzîkî 10 salan pêwîstiya gaza Ewropayê dabîn bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse