Bihayê zêr daket biniya 5 hezar dolaran

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr daket biniya 5 hezar dolaran û li piyaseyan liv û tevgereke nû dest pê kir.

Bihayê zêr îro, di roja yekem a vekirina bazaran a vê hefteyê de daket biniya 5 hezar dolaran.

Divê were gotin ku ji ber amarên enflasyonê yên meha Kanûna Paşîn a Amerîkayê, îhtimala kêmkirina faîza bankî zêdetir bûye.

Bihayê zêr îro nêzîkî 50 dolarî daket û bi 4 hezar û 990 dolaran hat firotin.

Çavê piyaseyan li Cenevreyê ye

Îran û Amerîka roja sêşemê li Cenevreyê dan û standinên xwe yên li ser dosyeya nukleer a Îranê didomînin.

Tehranê amadebûna xwe nîşan daye ku li ser mijara nukleeran tewîzan bide, bi şertê ku dorpêçên aborî yên li ser werin rakirin.

Ev çend meh in ku bihayê zêr bi tundî girêdayî rûdanên jeopolîtîk e.

Bi taybetî mijara Îranê û îhtimala êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê bandorê li bihayê zêr dikin.

Bihayê zêr roja înê ji sedî 2 zêde bûbû lê zêr destpêka vê hefteyê dîsa erzan bû.