Petrol îro biha bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro, beriya dan û standinên Îran û Amerîkayê bi rojekê, nêzîkî 20 sentî zêde bû.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 20 sentî zêde bû û bermîlek bi 67 dolar û 74 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî nêzîkî 10 sentan zêde bû û bermîlek bi 62 dolar û 88 sentan tê firotin.
Bazara petrolê li benda civîna sibê ya di navbera Îran û Amerîkayê de ye.
Eger ew her du welat li hev nekin, îhtimala zêdebûna aloziyan li Kendavê heye ku ev jî dikare bibe sedema zêdebûna bihayê petrolê.
"Xetên sor hene"
Şirovekarê Şirketa Şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore îhtimala lihevkirina Îran û Amerîkayê lawaz dibîne.
Tony Sycamore diyar kir ku xetên sor ên her du aliyan jî gelek in.