Ji sedî 60ê xwirekên Herêma Kurdistanê ji Îran û Tirkiyeyê tên

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Hawirdekar û Hinardekaran a Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman eşkere kir ku ji sedî 60ê xwarina Herêma Kurdistanê, ji bilî birinc û şekir, ji Îran û Tirkiyeyê tê.

Mistefa Şêx Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand, "Zêdetirî ji sedî 60ê xwarinên cuda ji Tirkiyeyê û Komara Îslamî ya Îranê tên hawirdekirin."

Wî diyar kir ku tenê şekir û birinc ji deriyên sînorî yên başûrê Îraqê tên anîn.

Mistefa Şêx Ebdulrehman da zanîn ku divê xwirek ji cihekî nêzîk werin hawirdekirin da ku zû bên.

Sedema bihabûnê cudabûna bihayê dolar e

Mistefa Şêx Ebdulrehman eşkere kir ku bihayê hinek kel û pel û xwarinan hinekî zêde bûye.

Wî sedema vê yekê jî bi daketina bihayê dînarê Îraqî ya li hemberî dolarê Amerîkî ve girê da.

Li gorî gotina wî, bazirgan neçar dimînin ku li bazarê dolar bi kar bînin.

Nêzîkî hefteyekê ye ku bihayê 100 dolarî li bazarê 150 hezar dînar derbas kiriye.

Lê bihayê fermî yê ji bo bazirganiyê li Banka Navendî ya Îraqê 132 hezar dînar e.

Pergala nû ya gumrikê ya Bexdayê

Hikûmeta Federal a Îraqê 1ê Kanûna Paşîn a îsal pênaseya nû ya gumrikê çalak kir.

Li gorî vê pergala nû, rêjeya gumrikê di navbera ji sedî 5 û ji sedî 30î de ye.

Divê kel û pel bi rêya pergala ASYCUDAyê û bi dayîna pêşwext a gumrikê bên hawirdekirin.

Ev biryar li Herêma Kurdistanê nayê bicihanîn çimkî Herêma Kurdistanê hîn tevlî wê pergalê nebûye.

Serokê Yekîtiya Hawirdekar û Hinardekaran diyar kir ku vê biryara nû ya hikûmeta federal kiriye ku bazirganên Îraqê kirîna dolaran a ji banka navendî kêm bikin û her wiha ev biryar bûye sedema bihabûna xwarinê.