Li Wanê xêr di bazara otomobîlan de nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bazara otomobîlan şist e.

Qerebalixiyeke zêde heye lê piraniya wan ji bo firotina otomobîla xwe hatine û bikir gelekî kêm in.

Rewşa aborî ya xirab a Tirkiyeyê bandor li hemû sektorên bazirganiyê kiriye.

Welatî dibêjin bi mehan tên vê bazarê lê ji ber nebûna pereyan nikarin otomobîlên xwe bifroşin.

“Li gorî sala borî gelekî xerabtir e”

Ersîn Gunçeyê ku otomobîla wî nehatiye firotin got:

“Ji ber aboriyê 6 meh in ez diçim û têm lê otomobîla min nehat firotin. Ez bihayê kêmtir jî dixwazim lê budceya milet nîne.

Rewşa milet ji ber enflasyon û zêran pir xerab e. Ew qas miletê li vê derê çend meh in vala tê û diçe.

Li gorî sala borî gelekî xerabtir e. Di demên dawî de ji hezar otomobîlên ku tên vê derê tenê yek tê firotin.”

Ji ber bilindbûna zêde û kara baştir welatî bi pereyên xwe zêran dikirin û ji ber wê jî li bazarê pere kêm bûne.

“Em nikarin bazirganiyê bikin”

Bazirganê Otomobîlan Berat Kaya li ser vê rewşê axivî:

“Di demên dawî de ji ber bilindbûna bihayê zêr û guherînên li borseyê, bazara otomobîlan rawestiyaye.

Faîzên krediyan jî gelekî bilind in û divê ev were sererastkirin.

Em ji vê otomobîlê rê milyonek û 400 hezar lîreyî dixwazin lê nayê firotin. Em nikarin bazirganiyê bikin û bazar tune.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî sibata sala borî bihayê zêr ji sedî 100 zêdetir bilind bûye.

Lê bacên salane yên otomobîleke asayî zêdeyî hezar dolarî ne û ev yek wiha dike ku welatî ji bo dahata baştir zêr bikirin.