Li Wanê xelk ji bo kirîna goştê erzan bi saetan di dorê de dimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Taxa Elî Paşayê ya li navenda bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê doreke dûvdirêj a ji bo kirîna goştê “erzan” heye.

Welatî ji berê sibehê ve û di pileya germahiya binê sifirê de, ji bo kirîna goştê erzan, li ber firoşgeha Saziya Goşt û Şîr di dorê de ne.

Welatî daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê dikin û pêşniyar dikin sîstema "QR Kod"ê were danîn da ku ji van dorên dûr û dirêj rizgar bibin.

Di firoşgeha Saziya Goşt û Şîr de bihayê kîloyek qîme 400 lîre ye ku dike (9 dolar û 15 sent) lê bazarê bihayê wê heta 750 lîreyî bilind dibe.

“Şerm e”

3 şêniyên Wanê ên di dora goşt de bi vî rengî axivîn:

"Ji saet 06:00ê sibehê ve di rêzê de ne. Ev ne şerm e ji bo me, şerm e ji bo wan 8 parlamenterên Wanê û parêzgarê wê.

Li vê rêzê binêre, herî kêm dê hezar kes hebin. Di vê baranê de saet bûye 09:00 lê saziya fermî hîn nehatiye vekirin.

Kîloya qîmeyê li vir bi 400 lîreyî ye lê li bazarê bi 750 lîreyî ye. Çima rê li ber vê nayê girtin?"

“Divê goşt erzan be”

"Ev hemû xelk bi vî rengî ne, malnişîn û yên din in. Pêdivî ye goşt li qesabxaneyan, li bazarê û li her derê erzan be.

Divê em tenê berê xwe nedin vir. Xwezî îro li bazar û qesabxaneyan jî bihayê kîloya goşt 400-500 lîre bûya."

“Herin malên xwe û sibe werin”

"Bila her kes bê, nimreya xwe bistîne û biçe. Tu saet 06:00ê sibehê tê û saet 09:00an goştê xwe werdigirî.

Saet dibe 09:00 û dibêjin 'Dor qediya, herin malên xwe û sibe werin.’”