Dolar biha dibe zêr erzan dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Îro onseke zêr bi nêzîkî 5 hezar û 20 dolarî tê kirîn û firotin.

Daketina bihayê zêr a hefteya borî berdewam dike.

Sedemên daketina zêr

Bihabûna petrolê û zêdebûna enflasyonê îhtîmala daxistina faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve lawaz kiriye.

Vê yekê jî zexteke mezin xistiye ser bihayê zêr.

Li aliyê din, biqîmetbûna dolarê Amerîkî jî bûye sedem ku bihayê zêr zêde nebe.

Pêşbîniyên pisporan

Şîrovekarê bazarên darayî yê Banka OCBCyê Christopher Wong li ser mijarê got:

"Eger bihabûna enerjiyê bibe sedema bilindbûna enflasyonê, Banka Navendî ya Amerîkayê dê di daxistina faîzê de dudilî bibe.

Li gorî vê yekê dê kara rasteqîn a senedên darayî yên Xezîneya Amerîkayê di asteke bilind de bimîne. Ev yek jî dê zererê bide bihayê zêr."

Wî pisporî diyar kir ku eger heye di demeke kurt de bihayê zêr di asteke sînordar de bimîne.