Geşbîniya rêkeftina Îran û Amerîkayê bihayê zêr zêde kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseyek zêr di ser 4,800 dolarî re tê firotin û vê sibehê piştî vekirina bazarên Asyayê, ducare berê xwe da bilindbûnê.

Îhtimala rêkeftina navbera Îran û Amerîkayê geşbîniyek çêkiriye ku bihayên petrol û sotemeniyê di çend mehên paşerojê de dakevin û enflasyon ji kontrolê dernekeve, vê yekê jî bi awayekî eşkere qezenc gihandiye zêr.

Îro piştî vekirina bazarên Asyayê, onseyek zêr bilind bû bo 4,820 dolarî.

Tevî ku şerê Îranê bihayên sotemeniyê bilind kirine û bûye sedem ku rêjeya enflasyonê di meha borî  de asta ji sedî 3yan derbas bike lê hîn jî berpirsên Banka Navendî ya Amerîkayê negotine ku ew ê ji bo kontrolkirina enflasyonê di îsal de faîza bankayê bilind bikin.

Daxuyaniyên çend berpirsên Banka Navendî ya Amerîkayê wê yekê piştrast dikin ku bank li bendê ye da ku bibîne şerê Îranê ber bi kîjan alî ve diçe û ti biryarek ji bo bilindkirina faîza bankayê nedane.

Eger bilindkirina faîza bankayê bi mebesta kontrolkirina enflasyonê pêk were, dê zererê bide bihayê zêr.