Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins got, êrişên li ser kompanyayên navneteweyî yên petrolê ne tenê gefê li tesîsên enerjiyê dixwin lê di heman demê de gefê li hêza kar a Îraqê ya li herêmê jî dixwin.
Myles Caggins bangî hikûmeta navendî ya Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bûyeran bi lez lêkolîn bikin û hilberîna kompanyayan biparêzin.
Caggins diyar kir ku nêzîkî milyarek dolar deynên kompanyayên endam hene û anî ziman ku ji bo ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê peymaneke nivîskî neçar e.
Berdevkê APIKURê Myles Caggins pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Birêz Myles Caggins, gelek spas ji bo wextê ku te ji me re veqetand. Berî her tiştî em li ser van êrişan biaxivin. Parzûngehên petrolê yên endamên APIKURê rastî êrişan hatin. Bi ya we çavkaniya van êrişan ji kû ye û ji aliyê kîjan komê ve tên kirin?
Myles Caggins: Ez kêfxweş im ku bi we re me. Endamên APIKURê van êrişên li qadên me yên hilberînê bi tundî şermezar dikin. Van êrişan li hinek cihan zerer da û endamên APIKURê xistin xeteriyê, ev jî gefê li hêza kar a li Îraqê dixwe. Em bangî hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku van êrişan lêkolîn bikin. Her wiha em ji hikûmetê hêvî dikin ku hilberîn û tesîsên me yên li Herêma Kurdistanê biparêze.
Rûdaw: Gelo ev êriş bandorê li pêvajoya gotûbêjên we yên bi hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê re dikin?
Myles Caggins: Kompanyayên me yên endam gotûbêjên xwe yên bi hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê re didomînin. Duh Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxuyaniyek da û got ku Îraq dê ji bo çareserkirina pirsgirêka boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê xebatên xwe bidomîne.
Em dizanin ku serkirdeyên Herêma Kurdistanê jî derbarê hinartina petrolê û mûçeyên karmendan gotûbêjên siyasî dikin. Bi hemû aliyan re diyalogeke dijwar lê berdewam heye.
Em jî dixwazin ku bigihîjin peymaneke dawî. Kompanyayên me peymaneke nivîskî dixwazin ku hem qerzên berê hem jî dahatên paşerojê misoger bike.
Her wiha em tekez dikin ku divê rêz li peymanên me yên bi Herêma Kurdistanê re hatine îmzekirin bê girtin û li gorî van peymanan hilberîn bê kirin. Endamên APIKURê bi temamî ji bo hevkariya bi hikûmetên Îraq û Kurdistanê re vekirî ne û em ji berdewamiya gotûbêjên di navbera aliyan de kêfxweş in.
Rûdaw: Hûn di gotûbêjan de gihîştine kîjan qonaxê? Gelo daxwazên we li ber çavan hatine girtin?
Myles Caggins: Şertên me tenê dema ku peymaneke nivîskî were pêkanîn dê bi cih hatibin. Dema peymaneke bi vî rengî hebe, em dê ji raya giştî re ragihînin û em dê ji nû ve bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê dest bi hinartina petrolê bikin.
Ev berpirsyariya serkirdeyên payebilind ên li Bexda û Hewlêrê ye ku berpirsiyarên ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê ne. Kompanyayên me jî amade ne ku her dema pêwîst be beşdarî gotûbêjan bibin.
Rûdaw: Yek ji şertên we qebûlkirina peymanên we ye. Gelo hikûmeta Îraqê garantiyê dide ku destwerdanê li peymanên we neke? Di vî warî de fikarên we hene?
Myles Caggins: Peymanên me li dadgehên herî bilind ên Îraqê hatine pesendkirin. Peymanên me ji aliyê lijneya hakemtiyê ya li Londonê ve tên piştgirîkirin. Dema em ji nû ve dest bi hinartin û firotina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê bikin, dê pêvajoya firotinê bi hevahengiya bi SOMOyê [Kompanyaya Bazirganiya Petrolê ya Îraqê] re were meşandin.
Em dixwazin misogeriya parastina xalên aborî yên peymanên xwe bikin. Baweriya me tam e ku dê di bin sîwana dadgehan de rêz li peymanên me bê girtin. Her wiha me ji Wezîrê Petrolê û Serokwezîrê Îraqê jî daxuyaniyên ku dibêjin peymanên me yasayî ne, bihîstine.
Rûdaw: Şertê we yê din dayîna deynan e. Heta niha çend milyon dolar deynên we hene? Gelo divê ev deyn ji aliyê Herêma Kurdistanê ve yan hikûmeta Îraqê ve bên dayîn?
Myles Caggins: Nêzîkî milyarek dolar deynên kompanyayên me hene. Ev deyn ên heyama di navbera Çiriya Pêşîn a 2022an û Adara 2023an de ne. Di peymana nivîskî ya ku em dixwazin bê çêkirin de, divê planeke zelal hebe ku ev deyn dê çawa bên dayîn.
Çareseriya herî hêsan ew e ku dema hinardeyê dest pê kir, petrola zêdetir bidin kompanyayan û bi firotina vê petrolê deyn bên standin.
Bi vî awayî her kompanya dikare bi demê re deynên xwe bistîne. Em piştrast in ku dê deyn bên dayîn û dê planeke guncav hem ji bo kompanyayan, hem ji bo Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo Îraqê were amadekirin.
Rûdaw: Eger peymanek çênebe, hûn dê hilberîna petrolê bidomînin?
Myles Caggins: Endamên APIKURê pabendî hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê ne. Kompanyayên me ji sala 2005an ve nêzîkî 10 milyar dolar hilberîn kirine. Niha em petrolê difiroşin parzûngehên navxweyî, ew parzûngeh jî petrolê dikin benzîn û mazot. Tevî ku hinartin rawestiyaye jî firotina ji bo bazara navxweyî didome.
Rûdaw: Gelo hilberîna petrolê ya li bazara navxweyî ji bo kompanyayan sûdmend e?
Myles Caggins: Qezenca herî mezin ji firotina petrolê ya li bazara cîhanê tê bidestxistin. Bihayê petrolê li seranserê cîhanê nêzîkî 70 dolarî ye ji bo her bermîlekê.
Em jî dixwazin ku petrol bi rêya Bendera Ceyhanê li bazara cîhanê were firotin, ji ber ku ev hem ji bo qezenca kompanyayan hem jî ji bo dahata hikûmeta Îraqê vebijêrka herî baş e.
Zêdebûna dahata hikûmeta Îraqê dê sûdê bide xelkê wê jî. Li bazara navxweyî bihayê petrolê ji bo her bermîlekê nêzîkî 30 dolarî ye, loma hûn dikarin fêm bikin ku dema em petrolê li bazara cîhanê bifiroşin biha dê du qat bibe.
Rûdaw: Birêz Myles, duh hikûmeta Îraqê li parzûngeha Hemrînê peymanek bi kompanyaya HKNyê re îmze kir. HKN yek ji endamên APIKURê ye. Hûn li ser wê yekê ku hikûmeta Îraqê bi kompanyayeke ku li Kurdistanê kar dike re peymanê çêdike lê di heman demê de ji bo çalakiyên li Kurdistanê pirsgirêkan derdixe, çi difikirin?
Myles Caggins: Her kompanyayeke endama APIKURê, bi xwe biryarê dide ka dê li Îraqê û herêmên din ên cîhanê hilberînê bike an na. Me her tim diyar kiriye ku em dixwazin pêwendiyên erênî bi Wezareta Petrolê ya Îraqê re deynin û em hêvî dikin ku kompanyaya HKN Energyê di vê projeya girîng a li parzûngeha petrolê ya Hemrînê de bi ser bikeve.
Rûdaw: Bi ya we ev rewş peyama ‘Ji Herêma Kurdistanê vekişin û derbasî deverên din ên Îraqê bibin’ dide kompanyayên petrolê? Analîzeke wiha rast e?
Myles Caggins: Kompanyayên petrolê biryarên stratejîk didin. Ev biryar di encama plansaziyên bi mehan û salan de tên girtin. Ez hûrgiliyên vê peymana nû ya HKN Energyyê ya bi Îraqê re nizanim lê her hilberîn li gorî pêdiviyên kompanya û hikûmetê tê şekildanîn. Zêdebûna hilberînê di berjewendiya hemû xelkê Îraqê de ye.
Rûdaw: Gelekî spas.
Myles Caggins: Spas dikim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse