Tanrikulu: Ji ber polîtîkayên hikûmetê kargehên li Amedê tên girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ragihand ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê, kompanyayên mezin kargehên xwe yên li Amedê digirin.

Sezgîn Tanrikulu bangî Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek kir ku ji bo pirsgirêkên sektora tekstîlê çareseriyekê bibîne.

Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu doh li Ameda Bakurê Kurdistanê, Herêma Pîşesaziyê ziyaret kir û piştî serdanê daxuyaniyek da.

Tanrikulu da zanîn ku ji ber polîtîkayên hikûmetê, kompanyayên sektora tekstîlê roj bi roj kargehên xwe digirin û ji Amedê û Tirkiyeyê diçin.

“Herêma Pîşesaziyê dê bibe wekî cihê depoyan”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê wiha got:

 “Ji ber polîtîkayên hikûmetê, kargehên li vir nikarin çaryeka kapasîteya xwe jî bi kar bînin.

Kompanyayên mezin dest bi girtina kargehên xwe kiriye û ji Amedê derdikevin.

Ji ber vê yekê jî ev herêma pîşesaziyê ya organîzeyê demeke nêzîk dê bibe wekî cihê depoyan.

Ez bangî hikûmetê dikim ku hawara sektora tekstîlê bibihîze û alîkariyê bide.

Ev sektor têk diçe, ji Amedê û heta ji Tirkiyeyê jî diçin. Ev herêm ku bi hezaran karker lê kar dikin, mixabin piştî demeke kurt dê bibe cihekî ku kes lê kar nake.”