Onsa zêr nêzîkî 3690 dolarî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê, asteke nû ya dîrokî tomar kir û onseke wê 3689 dolar derbas kir.

Roja duşemê jî bihayê zêr rekoreke din tomar kiribû û 3686 dolar derbas kiribû.

Daketina bihayê dolar û faîza bonoyên xezîneya Amerîkayê bûne sedem ku vê hefteyê bihayê zêr astên nû yên dîrokî tomar bike.

Niha onseke zêr bi nêzîkî 3680 dolarî tê firotin.

"Bazirganan hesabê xwe li ser kêmkirina faîza bankê kiriye”

Şirovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Capital.comê Kyle Rodda li ser mijarê ragihand:

"Bazirganan hesabê xwe li ser kêmkirina faîza bankê kiriye. Hesta bazirganan a ji bo kirîna zêr gelekî xurt e.

Bazirgan pêşbînî dikin ku faîza bankê were kêmkirin û eger Banka Navendî li gorî wan pêşbîniyan gavê biavêje, wê demê îhtimala heye bihayê zêr bigihe asta 3700 dolarî.

Lê heke biryara Banka Navendî ya Amerîkayê ne li gorî hesta bazirganan be, berevajî vê, îhtimala daketineke berbiçav a bihayê zêr heye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser torên civakî, ji Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell daxwaza kêmkirineke mezin a faîza bankê kiribû.

Tê payîn ku Banka Navendî di civîna xwe ya sibê de biryarê li ser kêmkirina ji sedî 0,25 a faîza bankê bide û hinekan jî şansek ji bo kêmkirina bi rêjeya ji sedî 0,50 hiştiye.