BES-AR: Sînorê birçîbûnê yê karmendan 37 hezar lîre derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR) sînorê birçîbûnê yê karmendan 37 hezar lîrey derbas kiriye.

Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR) encamên rapora xwe ya Çiriya Pêşîn a 2025an a derbarê rewşa aborî ya karmendan eşkere kir.

Sînorê birçîbûnê ji mûçeyê herî kêm zêdetir e

BES-ARê diyar kir ku vê mehê ji bo malbateke ji 4 kesan pêk tê, sînorê birçîbûnê bûye 37 hezar û 287 lîre.

Divê were gotin ku mûçeyê herî kêm li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 22 hezar û 104 lîre ye.

Di heman raporê de sînorê hejariyê 92 hezar û 378 lîre û lêçûna jiyana karmendekî tenê jî 60 hezar û 990 lîre hatiye diyarkirin.

Karmend ji bo kirê dixebitin

Li gorî raporê, li gorî heman meha par sînorê birçîbûnê ji sedî 31,49 û sînorê hejariyê jî ji sedî 18,81 zêde bûne.

Rapor her wiha balê dikişîne ser rewşa karmendên li bajarên mezin û diyar dike ku ew ji sedî 75-80ê mûçeyê xwe ji bo kirêya xaniyan didin û ji ber vê yekê neçar dimînin wekî xwendekaran 3 an 5 kes bi hev re bijîn.