Li Colemêrgê deriyêkî nû yê debarê: Kengirok

Colemêrg (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê van salên dawî komkirina tovê kengiran ku jê re "kengirok" an jî "dendeloşk" tê gotin, ji bo welatiyan bûye deriyekî nû yê debarê.

Îsal kîloya kengirokan bi 16 heta 17 dolaran tê firotin û salane derdora 400 ton ji çiyayên herêmê tên berhevkirin.

Piraniya berhemê dişînin bazara Herêma Kurdistanê.

Bazirganê kengirokan Mehyet Es da zanîn ku qezenceke baş di vî karî de heye û got:

“Daxwaza min ew e ku xelk lê xwedî derkeve û bê zêdekirin. Qezenceke baş tê de heye.

Îsal kîloyek bi 16 heta 17 dolaran e. Ez dixwazim hemû dinya kengirokê nas bike, bihayê wê zêdetir bibe û xelk zêdetir sûdê jê bibîne.”

Hem û hem jî qehwe

Kengirok herî zêde wekî çerezan tê xwarin lê di heman demê de qehweya wê jî tê çêkirin.

Li navçeya Geverê hema bêje li hemû xwaringeh û kafeyan qehweya kengirokan tê amadekirin û firotin.

Li hinek cihan jî jin debara xwe bi amadehiya qehweya kengirokan dikin.

“Zererê nedin binê wan”

Firoşkareke bi navê Heyat Nêrweyî ya ku debara xwe bi firotina qehweya kengirokan dike, bangî kesên ku kengirokan berhev dikin kir ku zererê nedin binê nebatan û got:

“Em kengiran dikirin û dikin dendik û qehwe lê daxwaza min ew e ku dema diçin kengiran kom dikin, bila zirarê nedin binê wan.

Bila zirarê nedin rehên wan. Dema kom dikin bila hişyar bin, tenê dendikan kom bikin û zererê nedin rehan.”

Li herêma Colemêrgê, kengirok herî zêde li gundên navçeya Şemzînanê û li devera Geliyê Doskiyan tên komkirin û kengirokên van deveran bi nav û deng in.