Bolton: Ji ber rêkeftina hinardekirina petrola Kerkûkê kêfxweş im
Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton li ser rêkeftina navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ya destpêkirina hinardekirina "beşeke" pertrola Kerkûkê, kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ev yekem pêngava dilxweşker e ji bo vegera astên 2017an.
John Bolton li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku destpêkirina hinardekirina petrola Kerkûkê dikare dahat windabûyî ya xelkê Iraqê û xizmetguzariyan vegerîne û Iraqê bike welatekî serbixwe li ser rûyê dinyayê.
Encouraged by agreement between @IraqiGovt & @Kurdistan Regional Government to partially resume Kirkuk oil exports. A promising first step to return to 2017 levels. Can restore lost revenue for #Iraqi people & services & make #Iraq energy independent. https://t.co/gCBBPRUn5y
— John Bolton (@AmbJohnBolton) November 16, 2018
Herwiha Brett McGurk û Felah Mistefa li ser petrola Kerkûkê û hevahengiya asayişa herêmê civiyan.
Li gor twîteke Brett McGurk, herdu alî li ser hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê axivîne, mijarên civînê jî, destpêkirina hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê û hevahengiya bihêzkirina asayiş û piştgirîkirina kêmneteweyan bûn.
Pleased to welcome our good friend @FalahMustafa to my @StateDept office yesterday. Discussed new and promising opportunities for closer cooperation between #Baghdad and #Erbil, inclduding Kirkuk exports, strengthening security cooperation, and support for minority populations. pic.twitter.com/OBviABcwJz
— Brett McGurk (@brett_mcgurk) November 16, 2018
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ku hêzên ser bi hikûmeta navendî ya Iraqê Kerkûk kontrol kirin, hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê ve hatibû rawestandin.
Îro Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê, Asim Cîhad di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya hêla boriya petrola Kurdistanê bo Tirkiyê dest pê kir.”
Asim Cîhad got: “Rojane di navbera 50 hezar heta 100 hezar bermîlên petrola Kerkûkê dê bi rêya boriya petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê were hinardekirin.”
Asim Cîhad herwiha got: “Weke prensîp em li ser berdewamîdana bi hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyha a Tirkiyê li hev hatine.”
Piştî sepandina siza û dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê, Amerîka li dijî hinardekirina petrola Kerkûkê bo Îranê ye û bo rawestandina wê jî, piştgirî li rêkevtina Hewlêr û Bexdayê bo destpêkirina hinardeya petrola Kerkûkê bo Tirkiyê dike.
Ev demek bû ku li ser destpêkirina hinardeya petrola Kerkûkê bi rêya hêla boriya petrolê ya Kurdistanê bo Tirkiyê, her du aliyên hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi danûstandinan kiribûn.