Aloziya li Îranê û bêhnvedana li Amerîkayê petrol biha kir
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê doh ber bi bilindbûnê ve çû û bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 37 sentan zêde bû û derket 64 dolar û 13 sentan.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 25 sentan zêde bû û gihişt 59 dolar û 44 sentan.
Ji ber bêhnvedana 3 rojan a li Amerîkayê, daxwaza kirîna petrolê ya ji aliyê şirket û rafîneriyan ve zêde bû.
Tevî kêmkirina aloziyên li Rojhilata Navîn, şirket hîn jî ji rewşa Îranê û îhtimala êrişa Amerîkayê ya li ser wî welatî bi fikar in.
Damezrênerê Şirketa Şêwirmendiyê ya Again Capitalê John Kilduff li ser mijarê got:
"Bilindbûna bihayê petrolê ya roja Înê, wekî gavekê ye ji bo dagirtina depoyan beriya destpêkirina rojên bêhnvedanê yên li Amerîkayê."
Li aliyê din, keştiya balafirhilgir a Abraham Lincoln ji Deryaya Çînê ber bi Kendavê ve tê û tê çaverêkirin ku vê hefteyê bigihe Kendavê.