Zîv daket: Biryara Amerîkayê û peyama Trump bazar hejand
Hewlêr (Rûdaw) - Di dema girtina bazarên cîhanê de bihayê onsa zîv 2,44 dolar ango ji sedî 2,64 daket û bi 90,11 dolaran dan û standin pê hat kirin.
Bi vî awayî niha li bazarên cîhanê kîloya zîv bi 2 hezar û 892 dolaran e.
Beriya girtina bazaran, zîv asta 87,06 dolarî jî dîtibû.
Daketina bihayê zîv piştî wê yekê hat ku hikûmeta Amerîkayê ji biryara sepandina pênaseyên gumrikê ya li ser madenên sereke de bi paş ve gav avêt.
Her wiha bihêzbûna bihayê dolar û kêmboûna aloziyên jeopolîtîk, wiha kir ku hilberîner ji bo bidestxistina qezancê beşek ji sermayeyên xwe bifiroşin, ev yek jî zexteke zêdetir xiste ser madenan.
Ev yek bi taybetî piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li tora civakî ya Truth Socialê postek parve kir û tê de got, "Ez gelekî rêzê li wê rastiyê digirim ku hemû ew bidarvekirinên ku biryar bû pêncşemê bên kirin ku zêdetirî 800 kesam bûn, ji aliyê serkirdayetiya Îranê ve hatin betalkirin."
Tevî vê daketina dawiya hefteyê, hîn jî bihayê zîv li gorî destpêka hefteyê ji sedî 10 bilind bûye ku dike 9 dolar.
Sedema sereke ya vê manê ya li asteke bilind, ji bo rola stratejîk a vî madenî ya di pîşesaziyên enerjiya paqij û teknolojiya pêşketî de vedigere ku wiha kiriye daxwaza li ser berdewam be.