Bihayê petrolê bi ser 68 dolaran ket

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrola brent bi ser 68 dolaran ket û bermîla wê bi 68 dolar û 59 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 84 sentan bilind bû û bermîla wê bi 63 dolar û 73 sentan hat firotin.

Bazirganên petrolê li benda encamên dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de ne ku îro li Cenevreyê dest pê dikin.

Piraniya bazarên Asyayê ji ber sersala nû ya Çînê girtî ne û ji ber vê yekê qebareya dan û standinan sînordar e.

Şirovekarê Banka Awistralya û Zelandaya Nû (ANZ) Daniel Hynes li ser rewşê got, "Ji ber nediyariyên jeopolîtîk bihayê petrolê ne aram e."