Zêr erzan dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onsa zêr 35 dolaran daket û ons bi 4 hezar û 955 dolaran tê firotin.

Ev roja duyemîn e ku li ser hev bihayê zêr dadikeve.

Ev daketina zêr di demekê de ye ku qebareya miameleyan ji ber bêhnvedanên fermî yên li Çîn û Amerîkayê kêm bûye.

Bazar li benda nîşanên nû yên bankên navendî û guherînên jeopolîtîk e.

Her çi qasî bihayê zêr daketî be jî amarên enflasyonê yên Amerîkayê ku hefteya borî hatibûn belavkirin û ji pêşbîniyan kêmtir bûn, hêviyek di nav hilberîneran de çêkiriye.

Hilberîner hêvî dikin ku Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) îsal jî kêmkirina rêjeya faîzê bidomîne.

Niha bazirgan pêşbînî dikin ku îsal herî kêm du caran rêjeya faîzê were kêmkirin.

Kêmkirina rêjeya faîzê bi giştî dibe sedema bilindbûna bihayê zêr û daketina bihayê dolar.

Divê were gotin ku sibe bi şev, protokola civîna Komîteya Bazara Vekirî ya Banka Navendî ya Amerîkayê (FOMC) were belavkirin.

Dibe ku di wê protokolê de li ser siyaseta diravî ya bankê nîşanên nû hebin.

Her wiha li Amerîkayê roja înê saet 16:30an amarên xerciya bikarhatina takekesî (PCE) tên belavkirin.

Ev amar berê paşerojê ya siyaseta diravî ya Amerîkayê û bihayê dolar diyar dikin ku bandoreke wan a rasterast li ser bihayê zêr heye.

Ji bilî aliyê darayî, rewşa siyasî ya cîhanê jî wekî faktoreke bibandor dimîne.

Ji aliyê din ve îro dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de jî li Swîsreyê dest pê dikin.