Zîv jî erzan bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zîv îro jî daketina xwe ya sê hefteyên borî domand û bi 75 dolar û 40 sentî hat firotin.

Daketin ji ber girtina piraniya bazarên Asyayê ya bi sedema Sersala Çînî ye.

Piraniya zêdebûna bihayê zîv a meha kanûna paşîn ji ber bazirganên Çînî bû.

Lê niha ji ber ku bazar îro girtî ne, daxwaza ji bo kirîna zîv kêm bûye.

Bihayê zîv di dawiya meha kanûna paşîn a îsal de heta 120 dolarî zêde bûbû.

Lê piştî daketina mezin a borsa û bazarên kanzayan, bihayê zîv heta bi 64 dolaran daket.

Divê were gotin ku îro bihayê onsa zêr jî 35 dolaran daket û ons bi 4 hezar û 955 dolaran tê firotin.