Wezîra Bajarvanî û Geştûguzariyê: Kurdistan dê bibe navenda geştyariyê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Bajarvanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Newroz Mewlûd got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyek heye ku heta sala 2025ê Başûrê Kurdistanê li Iraq û Rojhilata Navîn bibe navenda geştyariyê.

Wezîra Bajarvanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Newroz Mewlûd li Pêşangeha Rojhilata Navîn a ji bo Geştûguzariyê li Hewlêrê (METEX) gotarek pêşkêş kir û ragihand ku êdî geştyarî ji bo mirovan bûye pêwîstiyek.


Newroz Mewlûd diyar kir ku li cîhanê salane zêdetirî milyarek û 300 milyon kes geştê dikin û sektora geştyariyê ji bo welatên cîhanî bûye yek ji çavkaniyên sereke yên dahatê û got: “Cîhan ji sedî 12 dahata xwe ji geştyariyê peyda dike.”


Mewlûd destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê ji aliyê geştyarî, dîrokî û kulturê ve herêmeke dewlemend e, û wiha pê de çû: “Kurdistan bi rêjeyeke biçûk sûdê ji sektora geştyariya cîhanê werdigire, lê ji aliyê geştyarî, dîrokî û kulturê ve erdnigariyeke dewlemend e. Çend navçeyên me yên balkêş bo geştyaran hene. Eger em xizmetguzereyeke baş pêşkeş bikin di warî de geşedan dê çêbe.”


Di beşeke din a gotara xwe de Newroz Mewlûd plana geştyariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çend salên dahatû eşkere kir û ragihand: “Desteya Giştî ya Geştûguzariyê li ser planeke dûr û dirêj bo geştyariyê dixebite. Ez dixwazim vê yekê bibêjim ku di vê çarçoveyê de ji bo  ku Herêma Kurdistanê di sala 2025ê de li Iraq û Rojhilata Navîn bibe navenda geştyariyê, me dest bi xebatên xwe kirine. Ji bo em serbikevin pêwîstiya me bi piştevaniya medya û civakê jî heye.”


Wezîra Bajarvanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku tevî şerê li dijî DAIŞ û krîza giştî ya aborî li Herêma Kurdistanê sektora geştyarî ya Kurdistanê pêşketiye ji krîzê bûye bersiv.


Mewlûd hinek amarên geşyariyê eşkere kirin û got ku li gorî daneyên Desteya Giştî ya Geştyariyê di sala 2016an de milyonek û 600 hezar kesan, di sala 2017an de 2 milyon û 100 hezar kes, di sala 2018an de 3 milyon û 57 geşyaran serdana Kurdistanê kirine û ew hêvî dikin ku di sala 2019an de hêrî kêm 3 milyon û 500 hezar geştyar serdana Kurdistanê bikin.