Bihayê petrola brent bi ser 102 dolaran ket

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî vebûna bazarên Asyayê ji sedî 2 bilind bû.

Sedema sereke ya bilindbûna bihayê petrolê fikarên ji berdewamiya girtina Tengava Hurmizê ne.

Ev fikar bi taybetî piştî daxuyaniya hevpeymanên Amerîkayê zêde bûn.

Wan ragihand ku ew ne amade ne ji bo vekirina tengavê beşdarî hêza deryayî ya Amerîkayê bibin.

Petrol bi çi qasî ye?

Berbanga îro bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 2 dolar û 48 sentan bilind bû û bermîl bi 102 dolar û 69 sentan hat kirin û firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 2 dolar û 42 sentan bilind bû û bermîl bi 95 dolar û 92 sentan hat kirîn û firotin.

Bandora keştiyên Îranê

Di civîna borî ya bazaran de, bihayê petrola brent ji sedî 2,8 daketibû.

Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasê jî zêdetirî ji sedî 5an daketibû.

Ev daketin piştî wê yekê çêbûbû ku Îranê rê dabû çend keştiyên petrolê da ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Şer û Tengava Hurmizê

Tengava Hurmizê ya ku ji sedî 20ê petrol û gaza cîhanê tê re derbas dibe, piştî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê hatiye girtin.

Welatên hevpeyman ên Amerîkayê doh ragihand ku ew ne amade ne keştiyên şer ji bo parastina keştiyên petrolê bişînin Kendavê.