Onsa zêr dîsa 5 hezar dolar derbas kir
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr careke din gihîşt zêdetirî 5 hezar dolaran.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro bihayê onseke zêr ji sedî 0,5 bilind bû.
Bi vî awayî bihayê onsekê gihîşt 5 hezar û 30 dolarî.
Bandora Tengava Hurmizê
Bazirganên zêr difikirin ku girtina Tengava Hurmizê dê ew qasî dirêj neajo.
Lewma ew ne li hêviyê ne ku bihayê petrolê careke din bigihe astên xwe yên dîrokî.
Li aliyê din, vê hefteyê çend civînên girîng ên bankên navendî hene ku yek ji wan jî civîna Banka Navendî ya Amerîkayê ye.
Tê çaverêkirin ku ew li ser faîzê biryarê bidin.
Ev yek jî piştgiriyê dide bihayê zêr û dibe sedem ku zêr biha bibe.
Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Îranê
Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê Tasty Liveyê Ilya Spivak di vê derbarê de got:
"Di 24 demjimêrên borî de bazara zêr ber bi bilindbûnê ve çûye.
Tê pêşbînîkirin ku sedema vê yekê daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê bin."
Wî şîrovekarî anî ziman ku bilindbûna bihayê petrolê sînordar bûye û destnîşan kir ku bihayê zêr li hemberî bazara petrolê bertekeke erênî nîşan daye û bilind bûye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî doh gotibû:
"Tengava Hurmizê ji bo hemû keştiyên petrolê nehatiye girtin. Bi hinek mercan rê bi derbasbûna keştiyan tê dayîn."