Bihayê petrola Rojhilata Navîn gihîşt asta herî bilind a dîrokê

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrola xav a welatên Rojhilata Navîn gihîşt asta herî bilind a dîrokê û li cîhanê bûye cureyê herî giranbiha yê petrolê.

Ev petrola ku bihayê wê bilind bûye, zêdetir ji welatên Asyayê re tê hinardekirin.

Ev yek jî mesrefên li ser rafîneyên Asyayê zêde dike.

Ji ber vê yekê ew neçar dimînin ku di mehên bê de li alternatîvan bigerin yan jî hilberînê zêdetir kêm bikin.

Rekora petrola Dubayê û Umanê

Bihayê her bermîleke petrola Dubaiyê gihîştiye 153,25 dolarî ku ev rekoreke nû ye.

Bi vê yekê re, rekora dîrokî ya petrola Brentê ya sala 2008an derbas kir ku wê demê 147,50 dolar bû.

Bi heman awayî, bihayê petrola Umanê jî rekoreke nû tomar kir û her bermîlek gihîşt 147,79 dolaran.

Bihayê bermîleke petrola navîn a Besreyê ya Îraqê jî bû 119,24 dolar.

Herwiha bermîlek petrola giran a Besreyê jî bi 117,29 dolaran e.

Rawestana bazirganiyê û bihayên neasayî

Sê çavkaniyên bazirganiyê ji Reutersê re ragihand ku bihayê petrola Dubaiyê ne aram û ne asayî ye.

Ev yek jî ji ber ferqa mezin a bihayê wê li gel petrola cureyê Murban a heman welatî ye ku bermîlek bi 111,76 dolaran tê firotin.

Amarên şirketa lêkolînên enerjiyê Kplerê eşkere kir ku hinardeya petrola xav a Rojhilata Navîn ji bo Asyayê di meha Adarê de rojane daketiye 11 milyon û 665 hezar bermîlên.

Di Sibatê de ev hejmar nêzîkî 19 milyon bermîlan bû.

Sedema vê daketinê jî rawestana hatûçûna keştiyan a li Tengava Hurmizê ya ji ber şer e.

Hinek çavkaniyên sektora rafîneyan jî bihabûna petrolê bi kêmbûna wê petrolê ve girê didin ku ji bo radestkirinê berdest e.

Çavkaniyekî ku nexwest navê wî eşkere bibe got, "Ev ji ber kêmbûna bazirganiyê nirxandineke neasayî û nedadmendane ye."

Çavkaniyekî din ê rafîneyan jî diyar kir ku bazirganiya petrola xav a Rojhilata Navîn rawestiyaye, ji ber ku pîvanên Dubayê û Umanê "şikestine."

Bazirgan dibêjin, şirketa Total Energiesê yekane kiryar bûye ku barê petrolê wergirtiye.

Amaran eşkere kir ku şirketa Fransayî vê mehê 24 barên petrola xav a Uman û Murbanê kirîne ku dike 12 milyon bermîl.