18 rojên şer û hilweşîna aboriya Kendavê

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehsalan bû ku avahiyên bilind ên Dubaiyê û qadên gaza qerase yên Qeterê wekî sembolên Rojhilata Navîn a nû dihatin dîtin.

Ew cîhaneke biriqandî û dewlemend bû lê îro, di roja 18an a şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê de, ev cîhan diheje. Eger şer dirêj bibe, ev pergal dê ber bi hilweşînê ve herê.

Ew operasyona ku 28ê Sibatê dest pê kir, niha veguheriye metirsiyeke mezin a aborî ji bo welatên Kendavê.

Di demekê de ku cîhan li hejmara mûşekan dinere, wêrankariya rastîn di amarên benderan, hişkbûna stasyonên avê û valabûna otelan de xwe nîşan dide.

Xenikandina aboriyê tenê ne petrol e

Tengava Hurmizê ku damara herî giring a bazirganiya cîhanê ye, niha bûye goristana bazirganiyê. Ji 4ê Adarê ve ku Îranê ragihand tengav "girtî ye", tevgera keştiyan li wir gihiştiye asta sifirê.

Tengava Hurmizê tenê ji bo enerjiyê ne giring e (ku ji sedî 20ê petrol û gaza cîhanê tê re derbas dibe) lê di heman demê de gubreya kîmyewî ya ji bo çandiniyê û gaza helyûmê (Helium) jî tê re derbas dibin.

Helyûm ji bo pîşesaziya çêkirina çîpên elektronîk gelekî giring e. Hilberîna helyûmê li Qeterê bi temamî sekiniye. Qeter bi tena serê xwe ji sedî 35ê pêdiviya helyûmê ya cîhanê dabîn dike.

Pisporê veguhastinê yê şirketa Traffixê Craig Giesky hişyarî da û got: "Bandora girtina Tengava Hurmizê ya li ser veguhastina deryayî dibe ku di nava 10 heta 14 rojan de diyar bibe lê zexta rastîn dê di nava 2 heta 5 heftiyên bê de dest pê bike."

Xefka cihêrengkirina dahatê

Zêdetirî 10 salan bû ku welatên Kendavê bi sedan milyar dolar xerc dikirin da ku aboriya wan tenê pişta xwe nespêre petrolê. Wan balafirgehên herî mezin, navendên darayî û projeyên geştyariyê ava kirin bes  di vê şerî de diyar bû ku ev serkeftin bûne xala wan a lawaz.

Sekinandina navenda bazirganiya Îmaratê: Bendera Cebel Elî ku 9emîn bendera herî qerebalix a cîhanê ye û ji sedî 22yê berhemê navxwe yê Îmaratê pêk tîne, di roja yekem a şer de lê hat xistin.

Pişka xaniyan di bazara darayî ya Dubaiyê de ji sedî 30 daket. Şirket û bankên mezin ên wekî Citi û PwC navendên xwe yên li Dubaiyê vala kirin.

Sekinandina 'Vîzyona 2030' a Siûdiyeyê: Li Riyadê, weberhênana di projeyên wekî "Neom" û projeya Deryaya Sor de sekiniye.

Karkerên biyanî karên xwe berdane û lêçûna sîgortayê  ew qasî bilind bûye ku projeyên 3 trilyon dolarî bi pratîkî rawestîne.

Şerê avê: Gefa man û nemanê

Aliyê herî tirsnak ê vî şerî peywendiya di navbera av û enerjiyê de ye. Li navçeya Kendavê 100 milyon mirovan pişta xwe dispêrin 400 stasyonên parzûnkirina ava deryayê. Av li vir ne tenê xizmetguzarî ye, mercê manê ye.

Ev metirsî êdî ne teorîk e. Di roja 8an a şer de, droneke Îranê zerer gihand stasyoneke avê ya li Behrênê. Li Dubaiyê, êriş tenê 20 kîlometreyan dûrî kompleksa Cebel Eliyê bûn ku salane 600 milyar lître avê hildiberîne.

Qeterê berê nirxandinek kiribû ku eger rêkarên bilez neyên standin, ava wan dê di nava 3 rojan de biqede. Pisporê navenda CSISê Zain Swanson got: "Nemana ava vexwarinê li welatên Kendavê metirsiya herî mezin e ji bo niştecihan."

Amar di berjewendiya kê de ne?

Ziyanên aborî yên welatên Kendavê tenê ne di hinartina petrol û gazê de ne. Hilweşîna aborî hemû sektoran girtiye.

Ji 4ê Adarê ve damara bazirganiya navçeyê qut bûye. Niha zêdetirî 150 keştiyên petrolê di avê de asê mane û hat û çûna deryayî ji sedî 90 kêm bûye.

Ev rewş bûye sedem ku hinartina rojane ya 20 milyon bermîl petrola xav û yek li ser pênca bazirganiya gaza siruştî ya şil (LNG) a cîhanê raweste.

Şirketa "QatarEnergy" neçar ma ku di hemû bîrên xwe de rewşa awarte ragihîne.

Kompleksa herî mezin a gazê ya cîhanê ya li "Reis Lafan"ê ji kar ketiye.

Ziyan gihîştiye sektora çûn û hatine û geştyariyê jî. Zêdetirî 40 hezar geştên esmanî hatine betalkirin.

Balafirgeha Navneteweyî ya Dubaiyê piştî çend êrişan bi milyaran dolar ziyan dît.

Ziyanên rojane yên sektora geştyariyê li Kendavê gihiştiye 600 milyon dolarî. Bi vî awayî, tenê di nava 18 rojan de ziyanên giştî ji 10,8 milyar dolarî derbas bûye.

Tiştê ku rewş xirabtir kiriye "hevkişeya nehevseng" a parastina esmanî ye. Welatên Kendavê di 18 rojan de nêzîkî 3,5 heta 6 milyar dolarî ji bo mûşekên parastinê xerc kirine, di demekê de ku lêçûna êrişên Îranê tenê di navbera 194 heta 391 milyon dolarî de ye.

Perspektîfa sê mehên bê

Eger ev şer bigihe 90 rojan, dibe ku welatên Kendavê êdî ne wekî wan welatên ku em nas dikin bimînin. Li gorî nirxandinan:

Qeter û Kuweyt: Dê bi paşketineke aborî ya ji sedî 14an re rûbirû bibin. Ew dê neçar bimînin 100 milyar dolarî ji fonên xwe yên dewletê derxin tenê ji bo ku jiyan bidome.

Behreyn: Ji ber ku deynên wê gihiştine ji sedî 146ê berhemê navxwe, Behreyn li ber hilweşîna pergalê ye. Eger Siûdiye alîkariyê neke, dê heta meha Hezîranê îflas bike.

Krîza Cîhanî: Di meha duyem a şer de cîhan dê bikeve nav krîzeke kûr a aborî. Geşeya aborî ya Çînê dê dakeve bin ji sedî 3yan û Ewropa dê bigihe asta sifirê.

Birînên kûr

Têkilî û "peymana ewlehiyê" ya ku di 50 salên borî de welatên Kendavê pênase dikirin (dabînkirina enerjiyê li beramberî parastina ji aliyê Amerîkayê ve), niha şikestiye.

Kendava sala 2026an êdî ne ew navenda bihêz a bazirganiyê ye ku cihê serbilindiya wan welatan bû.

Ji sekinandina projeya "Neom"ê heta balafirgehên vala yên Îmaratê, hemû nîşan didin ku ezmûna herî mezin a aborî ya sedsala 21an li ber hilweşînê ye.