Aboriya Îraqê li Tengava Hurmizê difetise

Hewlêr (Rûdaw) - Aboriya Îraqê li Tengava Hurmizê difetise û ji bo ku rê bi derbasbûna hinek tankerên wê yên petrolê yên li Tengava Hurmizê were dayîn bi Îranê re di nava pêwendiyan de ye.

Parlamenterekî Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe dibêje, Îran rê dide derbasbûna keştiyên Îraqê yên ku alaya Îraqê li ser wan e lê pisorekî aboriyê dibêje ku keştiyên mezin ên Îraqê nînin da ku petrolê veguhêze.

“Em bi Îranê re di nava pêwendiyan de ne”

Îraq ji bo hinartina petrola xwe di nava hewldanan de ye.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand, welatê wî ji bo derbasbûna hinek tankerên petrolê yên Îraqê di Tengava Hurmizê re bi Îranê re di nava pêwendiyan de ye.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo razîbûna aliyê Îranê divê zanyariyên hûr bidin wan û got:

"Divê em nasname, nav, aliyê pêvegirêdayî û xwediyên van keştiyan ji bo Îraniyan eşkere bikin."

“Îran razî bûye”

Endamê Parlamentoya Îraqê yê ji Fraksiyona Dewleta Yaseyê Yûsif Kîlabî doh piştî civîna li gel Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Bexdayê geşbîniya xwe nîşan da û got:

"Biryara dawî ya Îranê ya derbarê keştiyên Îraqî de ev e, her keştiya ku alaya Îraqê hildabe destûrê didinê ku di Tengava Hurmizê re derbas bibe."

Yûsif Kîlabî spasiya serkirdayetiya Îranê ya ji bo wê helwestê kir destnîşan kir ku pirsgirêka hinartina petrola Îraqê ya bi rêya Kendavê ber bi çareseriyê ve diçe.

Lê amarên li ser erdê çîrokeke cuda vedibêjin.

"Hinartina petrolê ya ji Besreyê daketiye sifirê"

Beravajî Yûsif Kîlabî, Endamê Parlamentoya Îraqê Şêrwan Duberdanî ji Rûdawê re got:

"Hinartina petrola Îraqê ya bi rêya Besreyê niha daketiye sifirê çimkî heta niha Îranê rê nedaye ku ti keştiyên petrolhilgir di Tengava Hurmizê re derbas bibin."

Pirsgirêka fîloya niştimanî

Îraq yek ji welatên herî mezin ên hinartina petrolê ye li cîhanê lê ji bo veguhastina berhemên xwe ne xwediyê fîloyeke niştimanî ya bihêz e û ev yek di dema krîzan de wekî xaleke lawaz dertê pêş.

Pisporê Aboriyê û Mamosteyê Zanîngehê Prof. Dr. Nebîl Cefer Mersûmî ji Rûdawê re ragihand ku sozên Îranê tenê "gotinên siyasî ne" û got:

"Keştiya niştimanî ya veguhastina petrolê ya Îraqê nîne da ku bi xwe petrola xwe hinarde bike.

Ew keştiyên ku petrola Îraqê vediguhêzin bi ser welatên cuda ve ne û piraniya wan ne amade ne ku di devereke metirsîdar a wekî Hurmizê re derbas bibin û xwe bixin metirsiyê."

Li gorî gotina wî pisporî, tenê 6 keştiyên Îraqê yên biçûk hene ku şiyana wan sînordar e û ji bo hinartina bi milyon bermîl petrola xav nayên bikaranîn.

SOMO û bihayê petrolê: Îran çi dixwaze?

Mersûmî destnîşan kir ku li gorî girêbestên Şirketa SOMOyê dema petrol li benderê radestî keştiyên biyanî tê kirin, berpirsyariya Îraqê bi dawî dibe û parastina keştiyê dikeve ser milê kiryaran ku piraniya wan Çîn, Hindistan û Korêya Başûr in.

Mersûmî di wê baweriyê de ye ku armanceke aborî ya Îranê li pişt van rêgirtinan heye û got:

"Îran dixwaze bi rêya qedexekirina derbasbûna keştiyan bihayê petrolê li cîhanê bilind bike da ku lêçûna şer li ser dijberên xwe zêde bike, di heman demê de tenê keştiyên Îranî bi asanî derbas dibin."

Îraq endameke damezrîner a Rêxistina OPECê ye û firotina petrola xav ji sedî 90ê dahata budceya wî welatî pêk tîne.

Beriya destpêkirina şer, Îraqê rojane nêzîkî 3,5 milyon bermîl petrol ji qadên Besreyê yên li başûr bi rêya Tengava Hurmizê hinarde dikir.

Niha Îranê Tengava Hurmizê ji keştiyên piraniya welatan re girtiye ku di demên asayî de pêncyeka petrola cîhanê di wê derê re derbas dibe.