Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên Herêma Kurdistanê li qada Tehirîr a bajarê Bexdayê bi xwepêşandanekê daxwaza pereyên xwe kirin. Di sê salên bihorî de 554 milyar dînar pereyê wan ê genim li cem hikûmeta Iraqê maye.
Dayîna pereyê genim ê cotkarên Kurdistanê, 5 sal berî niha bi biryara serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî hatiye rawestandin.
Cotkarên Kurd gazinê li nûnerên Kurd ên li Bexdayê dikin û dibêjin, ew li hember mafê wan bêdeng in û heta niha nekarîne mafê wan ê darayî vegerînin.
Cotkarên Kurd di xwepêşandana xwe de beyananmeyeke nerazîbûnê xwandin û têde behsa rewşa xirab a cotkarên Kurdistanê bi sedema nedana pereyê wan ji aliyê Bexdayê ve kirin û derbarê vê yekê de hişyarî dane hikûmeta Iraq û daxwaz kirin ku pereyê wan bê xerckirin.
Cotkarek dibêje: “Hikûmeta Iraqê ev mijar kiriye siyasî, di demekê de her sayloyekê 5 heta 6 hezar cotkar hene ku pere wernegirtine, hejmara cotkarên Herêma Kurdistanê jî nêzîkî 90 hezar kesan e, li gor vê jî derdora 300 hezar kes li Kurdistanê pişik di wî pereyî de hene.”
Cotkarekî din jî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku guvaşê li hikûmeta Iraqê û serokwezîrê niha yê wî welatî Adil Ebdulmehdî bike daku mafê cotkarên Kurd bide.
Bexda tevî ku bireke zêde ji genimê cotkarên Herêma Kurdistanê dikire lê belê pere nade cotkarên Kurd û bi gotina cotkaran, wê yekê bandorek xirab li rewşa darayî ya wan û herwiha sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê kiriye.
Cotkarên xwe ji bo daxwazkirin û wergirtina mafê xwe, xwe gihandin parlamentoya Iraqê û rexne û giliyên xwe ji Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad re gotin, bi hêviya ku ew vê carê bi destekî betal ji Bexdayê venegerin û bi rêya yasayê heqên xwe yên darayî bistînin.
Cîgirê Serokê Parlemntoya Iraqê, Dr. Beşîr Hedad di hevdîtina li gel cotkaran de soz da nûnerên cotkarên Herêma Kurdistanê ku ew dê weke nûnerên Kurd li parlamentoyê ji bo xerckirina pereyên wan hewl bidin.
Beşîr Hedad got: “Me karî weke pêngaveke giirng vê carê di bûdceya sala 2019ê de heqê darayî yê cotkaran bicih bikin ku ew yek xaleke yasayî û darayî ya gelek giring e. Niha maye li ser hin rêkarên darayî û yasayî yên di navbera Encûmena Wezîran a Iraqê, Wezareta Darayî û Wezareta Bazirganî de.”
Pêştir û piştî hewlên zêde yên cotkaran, Dadgeha Resafe ya Bexdayê biryara xerckirina pereyê cotkarên Kurdistanê dabû û li gor biryara dadgehê, divê hikûmeta Iraqê pereyê genim ê salên 2014, 2015 û 2016 ên cotkaran Kurdistanê bide, lê belê hikûmeta Iraqê heta niha biryara dadgehê cîbicî nekiriye.
Divê Encûmena Wezîrên Iraqê biriya serokwezîrê berê Heyder Ebadî hilweşîne, da ku ew pere ji bo cotkarên Kurdistanê bê xerckirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse