Li Wanê şer û bihabûnê 400 milyon dolar dahat xist metirsiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Cadeyên Wanê yên ku bi qerebalixiya geştyarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dihatin naskirin, niha bêdeng û vala ne.

Aloziya li herêmê û şerê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de, derbeke giran li şahdemara aboriya Wanê xistiye.

Sektora geştyariyê ya li bajêr rawestiyaye.

Rêjeya tijebûna otêlan ji sedî 100î daketiye ji sedî 20î û karsazên bajêr dilgiran in.

Ne tenê şer, bihabûna bilêtên balafiran jî rê li ber geştyarên navxwe girtiye.

Derbeke giran ji bo aboriya bajêr

Cadeyên sereke yên parêzgeha Wanê berê tijî geştyarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûn.

Lê ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ew liv û tevgera berê nemaye.

Ev yek derbeke giran e ji bo aborî û dahata xelkê bajêr.

Xwediya otêlekê ya li Wanê Ebru Yeşîlagaçê wiha axivî:

“Li gorî sala borî hatina geştyaran ji sedî 50-60 kêm bûye.

Sezona me bi vî awayî didome. Mixabin di geştyariya Wanê de em her sal dibêjin xwezî bi par.

Ji ber bandora şer rewş gihîştiye asteke wisa ku em nikarin ji nav derkevin.

Şer li Îranê çêbû lê wisa bandor li me kir wekî ku li vir çêbûbe.”

Otel yek bi yek tên girtin

Salên borî di van deman de rêjeya tijebûna otelan a li Wanê digihîşt ji sedî 100î û cih nedihat peydakirin.

Lê niha ev rêje heta ji sedî 20î daketiye.

Serokê Komeleya Otelvanên Wanê Çetîn Demîrhan jî rewş wiha nirxand:

“Sala borî jî ne gelekî baş bû lê li gorî sala borî bi rêjeya ji sedî 50 kêmbûn heye.

Hinek hevalên me neçar man ji ber vê rewşê otelên xwe bigirin.

Li otelên Wanê 17 hezar cihên razanê hene lê niha ew qasî geştyar nînin ku çaryeka wan jî tije bibe.”

Bihabûna bilêtên balafiran rê li ber geştyaran digire

Her çi qas piştî şer çavê esnaf û dikandarên Wanê li geştyarên navxwe be jî rewşa aborî rê nade wan.

Bihabûn, kêmiya seferan û xerciya zêde ya bilêtên balafiran astengiyên herî mezin ên li pêşiya vê hêviyê ne.

Serokê Herêma Rojhilatê Anatolyayê yê Yekîtiya Acenteyên Geştyariyê yên Tirkiyeyê (TÜRSAB) Cevdet Ozgokçe li ser vê mijarê got:

“Ji ber ku seferên balafiran kêm in, cih nîne yan jî biha ne mixabin geştyarên navxwe nayên.

Tu dikarî ji Stenbolê ji bo Mêrdînê ji bo geştên rojane cih bibînî û bihayê bilêtan 5-6 hezar lîre ye.

Lê eger ji bo Wanê cih hebe, heman bilêt 18-20 hezar lîre ye.

Ji ber vê ferqa zêde komeke geştyarî ya 30-40 kesî nayê.”

400 milyon dolar ket metirsiyê

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), 10 mehên destpêkê yên sala borî 645 hezar û 895 geştyarên biyanî çûne Wanê.

Nêzîkî ji sedî 80yê geştyarên Wanê ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne.

Borsa û Bazirganiya Wanê jî da zanîn ku şerê îsal 350-400 milyon dolar dahata parêzgehê xistiye metirsiyê.