Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, Dadgeha Koreya Başûr li ser raporên rojnameya Korea Times di berjewendiya wê wezaretê de biryara xwe da.
Rojnameya Korea Times çend gotarên parlamnterê ser bi dijbereya Koreyayê Chun Son Ok belav kiribûn ku tê de wî parlamenterî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi wê yekê tohmetbar kiribû ku bi awayekî neyasayî û wek bertîl pere ji Şîrketa Petrola Niştimanî ya Koreya (KNOC) wergirtiye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, îro çarşemî dadgeheka bajarê Seol a Koreya Başûr bêgunehiya wezareta Kurdistanê û Şîrketa Petrola Niştimanî ya Koreyayê piştrast kir û tekez kir, ku gerek hemû gotarên Korea Times bên rakirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, herwiha dadgehê behsa wê yekê jî kiriye, ku rojnameyê ti belgeyên pêwîst di ber dest de nebûye da ku piştrast bike pere dabin Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Di meha Adar a 2015an de, rojnameya Korea Times çend gotarên şaş û kîndar derbarê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û şîrketa petrola Niştimanî ya Koreyayê de belav kir.
Ew gotar ji aliyê parlamenterê partiya sereke ya dijbereya wî welatî, Chon Sok Ok ve derbarê wan pereyan de hatibû nivîsandin, ku li gor girêbestek qanûnî û rewa di sala 2008an de, şîrketa KNOC wek beşek ji girêbesta berhemanîna hevbeş bo geryan bo dîtina petrolê di bloka Baziyan a li Herêma Kurdistanê de, dabû Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di daxuyaniya xwe de eşkera kir ku, ti sedemek nîne ku dadgehê bigihîne wê encamê ku ew pereyê ku KNOCyê daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wek bertîlê bûye yan jî ji kesên nêzîk ji Serokê berê yê wî welatî Lee Miyong Bak re hatibe dayîn.
Herwiha hatiye gotin, dadgehê tekez kiriye ku şîrketa KNOC ew pere li gor girêbestan daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê û zemîneya dayîna wê pereyê jî zelal û eşkere ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse