Îran daxwazê ji Siûd dike pabendê rêkeftina OPECê be

17-07-2018
RÛDAW
Nîşan OPEC Îran Erebistana Siûdiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Wezîrê Petrola Îranê daxwaz ji Erebistana Siûdiyê dike ku pabendê rêkeftina OPECê be

 

Wezîrê Petrola Îranê Bîjen Zengene peyamek arasteyî Wezîrê Enerijiya Siûdiyê Xalid Falih kir û daxwaz jê kir ku pabnediya rêkeftina OPECê be û ji wê astê ku jê re hatiye destnîşankirin petrol zêdetir berhem bîne.

 

Bîjen Zengene ragihand ku, civîna dawî ya OPEC, rê da endaman ku rêjeya pabendbûnêbi rêkeftinê bigihînên ji sedî 100, ev di demekî de ye ku berê endamên OPECê ji wê gujmê ku ji wan re hatibû destnîşankirin zêdetir kêm kirîbûn anku pabendbûna wan bi rêkeftinê geheştîbû ji sedî 120.

 

Zengene behsa wê yekê jî kir ku nabe ti welatek pabendê rêkeftinê nebe û bi keyfa xwe asta berhemanîna petrolê zêde bike.

 

Daxuyaniyên Wezîrê Petrola Îranê piştî belavbûna rapora OPECê ya meha 6 hat, ku di raporê de behsa vê yekê hat kiri, di meha 6an de hinek endamên OPECê bi corek asta berhemanîan petrola xwe zêdekirine, ew yek jî tirseke zêde li ser Îran dirust kiriye, ji ber ku wê valatiya ku bi sedema kêmbûna petrola Îranê dirust bûye hinek welat dikarin vê valahiyê pir bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst