ShaMaran Petroleum: Berhemanîna petrolê li kêlgeha Etroşê dê were zêdekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya ShaMaran Petroleum a Kanadayê ragihand, ku ji destpêka meha heftem ve berhemanîna petrolê li kêlgeha Etroşê dest pê kiriye û tekez kiriye, ku armanca wê kompaniyê ev e ku asta berhemanîna petrolê li wê kêlgehê zêde bike.
Di daxuyaniyekê de, kompaniya ShaMaran a Kanadayê, ku li kêlgeha neftî ya Etroşê ya li Herêma Kurdistanê dixebite û li wê kêlgeha petrolê xwedî pişk e, zanyariyên nû li ser çalakiyên wê kêlgehê belav kir.
Di daxuyaniyê de, wê kompaniya Kanadayî aşkere kiriye, ku ji destpêka meha Tîrmeha îsal ve dest bi berhemanîna petrolê li kêlgeha Etroşê kiriye û rojane 15 heta 20 hezar bermîlên petrolê li wê kêlgehê berhem tîne.
Wê kompaniyê herwiha ragihandiye, ku armanca wan ev e ku asta berhemaanîna petrolê li kêlgeha Etroşê bo rojane 30 hezar bermîlan zêde bikin.
Kompaniya ShaMaranê diyar kiriye, karê girêdana îstgeha berhemanîna petrolê bi boriya hinardekirina petrolê ya Kurdistanê bi dawî bûye.
Rêveberê Cîbicîkarê Kompaniya ShaMaran, Chris Bruijnzeels dibêje, ew bi destpêkirina berheamanîna petrolê li kêlgeha Etroşê gelek keyfxweş in û diyar kiriye, ku ew kêlgeha petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare di paşerojê de rêjeyeke baş a petrolê berhem bihîne.
Rêveberê Cîbicîkarê kompaniya ShaMaranê destnîşan kiriye, ew niha kar li ser cîbicîkirina qonaxa duyem a pêşxistina wê kêlgeha petrolê dikin.
Li kêlgeha Etroş, kompaniya Taqa ya Îmaratê xwedî pişka sereke ye û kompaniya ShaMaran a Kanadayê jî di wê kêlgehê de hevbeş e û xwediyê %20.1ê pişkên wê kêlgeha petrolê ye.
Kêlgeha Etroş li sînorê navçeya Şêxan a ser bi parêzgeha Duhokê ye.