Ji sedî 40ê serweta Tirkiyeyê di destê ji sedî 1ê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Banka Credit Suisseyê ya Swîsreyê, li Tirkiyeyê ji sedî 40ê serweta madî di destê ji sedî 1ê welatiyan de ye.

Banka Credit Suisseya Swisreyê rapora xwe ya “dabeşbûna serwetê” belav kir.

Li gorî raporê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera hejar û dewlemendan de ferqeke zêde heye.

Herwiha raporê amaje pê kir ku li Tirkiyeyê beşeke kêm a civakê xwediyê piraniya serwetê ye.

Li Tirkiyeyê trilyonek û 41 milyar dolar serweta madî heye.

Ji sedî 40ê wê serwetê di destê ji sedî 1ê welatiyan de ye.

Ji sedî 10ê welatiyan jî xwediyê ji sedî 69,8ê serweta madî ne.