Bermîla petrola brent bi zêdetirî 68 dolaran tê firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku bihayê petrolê doh ji sedî 1 bilind bû, îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê wê hinekî daket lê daketin sînordar ma.

Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur îro 11 sentan daket û bi 68 dolar û 46 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî bi heman rêjeyê daket û bi 64 dolar û 51 sentan hat firotin.

Bihayê petrolê hefteya borî nêzîkî ji sedî 1ê bilind bûbû.

Ev yek piştî êrişên Ukraynayê yên li ser tesîsên petrolê yên Rûsyayê pêk hat.

Kompanyaya Transneftê ya Rûsyayê ku karê veguhastina petrola wî welatî dike, ji hilberîneran re ragihandiye ku “bi îhtimaleke mezin” neçar e ji ber êrişên Ukraynayê kapasîteya xetên xwe yên boriyan kêm bike.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê ragihandiye ku ew hewlên xwe yên ji bo devjêberdana petrola Rûsyayê zêde dikin da ku zextê lê bikin.

Îro Banka Navendî ya Amerîkayê dê faîza bankê ragihîne û eger biryar kêmkirina faîzê be, ev yek dikare bibe sedema zêdebûna daxwaza li ser bikaranîna petrolê.

Li aliyê din, li gorî Enstîtuya Petrolê ya Amerîkayê, hefteya borî qebareya petrola depokirî li Amerîkayê 3,42 milyon bermîlan kêm bûye ku ev jî ji bo zêdebûna daxwaza li ser petrolê nîşanek e.