Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Aborî ya Herêma Kurdistanê biryar da, deriyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bên firehkirin her wiha ji bo vekirina Borseya Hewlêrê serî li ezmûnên pisporên biyanî bê dayîn.
Encumena Aborî ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê civiya.
Di civînê de li ser şêwaza hinartin û hawirtinê li deriyên sînorî, gumrik û yekxistina tarîfe û bilindkirina asta karmend û personelên sazî û dezgehên wî warî hat axaftin.
Encumenê her wiha li ser hemahengiya zêdetir di navbera Hewlêr û Bexdayê de tekîd kir û ragihand, divê Herêma Kurdistanê jî sûdê ji endamtiya Iraqê ya di rêxistinên navdewletî yên ku ji bo karmend û personelan korsan vedikin, bibîne.
Firehkirina deriyên sînorî bi taybet deriyê Îbrahîm Xelîl ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê û çêkirina sîtemeke elektronîk ji bo dayîna mohleta hinartin û hawirtinê mijareke din a civîna Encumena Aborî ya Kurdistanê bû.
Di civînê de li ser vekirina Borseya Hewlêrê jî hat axaftin û hat gotin ku ji bo vê yekê divê ji ezmûnên pisporên biyanî sûd bê wergirtin da ku ev proje li gorî pîvanên modern were cîbicîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse