Hinardekirina petrola Kerkûkê heta 400 hezar bermîlan diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku hinardekirina petrol Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê, dibe xaleke bihêz di destê Kurdan de bo gotûbêjên li ser proje-yasaya budceya 2019 ya Iraqê.

 

Parlamenterê Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê, dibe xaleke bihêz di destê parlamenterên Kurdistanê û wê şandayê de ku bi armanca gotûbêjkirina budceyê ji Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.

 

Cemal Koçer got: "Bi wî karî xaleke gelekî bihêz ket destê Kurdan û dibe di dema gotûbêjên li ser proje-yasaya budceya 2019 û pişka Kurd têde gelekî sûdê jê bibînin, ji ber beşek ji dahata Iraqê dikeve jêr desthilata Herêma Kurdistanê."

 

Endamê Kurd ê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê da zanîn ku di warê siyasî de aliyekî baş ê wî karî bo Kurdan heye û wê yekê pêşan dide ku nerîna Amerîkayê li ser Herêma Kurdistanê gelekî hatiye guhertin û got: "Rast e di qonaxa yekem de 50 heta 100 hezar bermîl petrol a Kerkûkê di boriya Kurdistanê re diçe, lê qonax bi qonax heta 400 hezar bermîl bilind dibe."

 

Hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê ku roja 16.11.2018ê destpê kir, di demekê de ye ku heta niha gotûbêjên li ser proje-yasaya budceya 2019an di rojevê de ne û berpirsên Bexdayê jî razî nebûne pişka Kurdan ji wê budceyê vegerînin ji sedî 17. Aliyên Kurdistanê jî li ser wê yekê diaxifin ku divê herî kêm budceya Herêma Kurdistanê 10 milyar dolar be û ne kêmtir be ku dike nêzîka ji sedî 15ê hemû proje-yasayê.