Bitcoin di mehekê de ji sedî 22 erzan bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoinê di mehekê de ji sedî 22yê qîmetê xwe ji dest daye û niha Bitcoinek bi 95 hezar û 150 dolaran tê kirîn û firotin.

Bihayê Bitcoinê di rojên dawî de li derdora 95 hezar dolaran e û demekê daketibû bin 95 hezar dolarî jî.

Li gorî analîstan, asta 94 hezar dolarî asta herî hestyar a vî pereyê dîjîtal a du salên dawî ye.

Her wiha eger heye ku di çerxa bihayê pereyê dîjîtal ê herî mezin de guherîn çêbibe û demekê berê xwe bide daketinê.

Bihayê Bitcoinê di nava mehekê de ji asta xwe ya herî bilind a 126 hezar dolaran daket 93 hezar û 961 dolaran û bi vî awayî ji sedî 22 daket.

Di nava 24 saetên borî de bi qasî 96 milyar dolaran dan û standin bi Bitcoinê hatiye kirin lê li gorî pisporên pereyên dîjîtal piraniya bazirganan di wê demê de firoşkar bûn ne ku kiriyar.

Bihayê Bitcoinê neşiya asta hestyar a 100 hezar dolarî ji nû ve bi dest bixe, ji ber vê yekê egera daketineke zêdetir a bihayê Bitcoinê heye.

Qîmetê bazara Bitcoinê niha 1,9 trilyon dolar e û tenê di vê mehê de bi deh milyaran dolar sermayeya bazirganan ji ber daketina bihayê Bitcoinê winda bûye.