Zîv rekora dîrokî şikand: 66 dolar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zîv rekora hemû deman şikand û derket asta xwe ya herî bilind a dîrokî û bihayê onsa zîv 66 dolar derbas kir.

Bihayê onsa zîv îro nêzîkî dolarekî bilind bû û gihişt 66,24 dolaran.

Kîloya zîv jî bi 2 hezar û 129 dolaran tê firotin.

Ev asta herî bilind a bihayê zîv e ku di dîrokê de hatiye qeydkirin.

Ji destpêka salê ve heta niha, bihayê zîv bi rêjeya ji sedî 128 zêde bûye.

Çima biha dibe?

Li bazarên cîhanê daxwaza li ser "madena spî" (zîv) gelekî zêde bûye lê tê pêşbînîkirin ku heta sala 2026an jî zîv kêm bikeve bazarê.

Meha borî hikûmeta Amerîkayê zîv wekî "madeneke hestyar û stratejîk" pênase kir, vê yekê jî bala hilberîneran zêdetir kişand ser bazarê û ev jî bû sedem ku wekî derfeteke girîng a hilberînê were dîtin.

"Sitargeha aram"

Di heman demê de, bazirganan wekî "sitargeheke aram" berê xwe daye kirîna zîv, ji ber ku aramiya wê mîna zêr e lê mesrefê kirîna wî gelekî kêmtir e.

Sedemeke din a vê bilindbûnê rewşa aborî ya Amerîkayê ye.

Amerîkayê ragihand ku rêjeya bêkariyê derketiye ji sedî 6,4an ku ev asta herî bilind a 4 salan e.

Vê yekê jî hişt ku bihayê zîv zêdetir bibe.

Niha çavê bazaran li amarên enflasyonê ye ku dê sibe bên eşkerekirin.