Onsa zîv nêzîkî 75 dolaran bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zîv îro piştî vebûna bazarên Asyayê ji sedî 2 bilind bû.

Bihayê zîv doh heta nêzîkî 72 dolaran daketibû lê onsa zîv îro nêzîkî 75 dolaran bû.

Daketina rêjeya enflasyonê ya meha borî ya li Amerîkayê nebû sedem ku bazirgan hêviya xwe bi daketina zêdetir a rêjeya faîzê girê bidin.

Lê îro raporên civîna Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) tên belavkirin û bazirgan li ser siyaseta diravî ya paşerojê ya bankê li nîşanan digerin.

Berdewamiya bihayê zêr girêdayî wê yekê ye bê ma zîv dê çi qasî bala veberhêner û bazirganan bikişîne.