Êrişên Ukraynayê petrol biha kir

Hewlêr (Rûdaw) - Petrola ku doh erzan bûbû, îro careke din biha bû.

Bermîla petrola brent a Deryaya Bakur îro nêzîkî 30 sentan biha bû û bi ser 67 dolaran ket.

Niha bermîla petrola brent bi 67 dolar û 60 sentî tê firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê (WTI) jî bi heman rêjeyê bilind bû û derket 62 dolar û 52 sentan.

Piştî civîna Îran û Amerîkayê ya li Cenevreyê hatibû ragihandin ku di dan û standinan de bipêşketin çêbûne.

Vê yekê kiribû ku doh bihayê petrolê dakeve.

Lê belê piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrolê ducare bilind bû.

Hat diyarkirin ku Ukraynayê careke din êrişî tesîsên petrolê yên Rûsyayê kiriye û ev yek bûye sedema bihabûnê.

Her çi qasî dan û standinên Îran û Amerîkayê erênî bin jî metirsiya şer hîn heye.

Amerîka kel û pelên leşkerî dişîne herêmê û ev yek bandorê li bazaran dike.