Li Tirkiyeyê deynê sektora taybet gihişt 219,7 milyar dolaran

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê ragihand ku deynê krediyê yê sektora taybet ê ji derveyî welat gihiştiye 219,7 milyar dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê amarên deynê krediyê yê sektora taybet ên dawiya Kanûna Pêşîn a 2025an parve kirin.

Ji ber krîza aborî deynê sektora taybet her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî amaran, deynê derve yê sektora taybet li gorî  mehên tîrmeh,tebax û îlonê 12,1 milyar dolar zêde bûne û gihiştiye 219,7 milyar dolaran.

Nêzîkî ji sedî 95ê deynan demdirêj in.

Deynê demkurt û demdirêj

Deynê sektora taybet ê derve yê demkurt 8,8 milyar dolar in.

Deynê demdirêj jî 210,9 milyar dolar in.

Ji sedî 58,2yê deynê demdirêj bi dolarê Amerîkayê ye.

Her wiha ji sedî 31ê deynan bi euro û ji sedî 2,7 jî bi lîreyê Tirkiyeyê ye.

Ji sedî 8,1ê deynan jî bi pereyên din e.

Di deynê demkurt de lîre li pêş e

Di deynê demkurt de lîreyê Tirkiyeyê di rêza yekem de ye.

Ji sedî 53,5ê deynê demkurt bi lîreyê Tirkiyeyê ye, ji sedî 22,5 bi euro û ji sedî 20,6 jî bi dolar e.

Ji sedî 3,4ê deynan jî bi pereyên din e.